Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 9:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim û li we sebir kim? Kurʼê xwe bîne vir».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

41 Îsa lê vegerand û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî, ma ezê heta kengê bi we re bim û li we sebir bikim? Ka kurê xwe bîne vir!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

41 Иса гот: «Ньсьле нәбаԝәр у хальфи! Һʼәта кʼәнге Әзе тʼәви ԝә бьм у ль ԝә сәбьр кьм? Кӧрʼе хԝә бинә вьр».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 عیسی گُت: «اَی نَسلا به ایمان و منحرف، حَتا کَنگه گَل وَدا بِم و وَ تحمل گَم؟ گوره خو بینَ اِرَ.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 9:41
31 Iomraidhean Croise  

Werine cem Min hʼemûyêd westîyayî û bargiran û Ezê rʼihʼetîyê bidime we.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember.


Hingê diçe hʼeft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dikʼevine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe. Usa jî wê bê serê vî nisilê xirab».


Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember». Û Ewî ew hiştin û çû.


Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min».


Ez rʼast werʼa dibêjim, ev hʼemû xûnê bê serê vî nisilî.


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs kʼet û wanrʼa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye.


Îsa sekinî û got: «Gazî wî kin». Gazî yê kor kirin û wîrʼa gotin: «Çʼeʼvê te rʼonik! Rʼabe ser xwe, gazî te dike».


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min».


Hingê Ewî wanrʼa got: «Bawerîya we kʼanê ye?» Û wana bi xof, eʼcêbmayî hevrʼa gotin: «Gelo ev kʼî ye, ku eʼmirî ser bê û avê jî dike û êlimî Wî dibin?»


Min lava ji şagirtêd Te kir, ku cin jê derxin, lê wana nikaribû».


Gava hê dihat, cin ew eʼrdê xist û veçʼirʼikî. Îsa li rʼuhʼê hʼeram hilat, kurʼik qenc kir û da bavê wî.


Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?


Paşê Tʼûmarʼa got: «Tʼilîya xwe bîne vir û destêd Min binihêrʼe, destê xwe jî bîne û bike nekʼsa Min. Nebawerîyê neke, lê bawer bike!»


çil salî berʼîyêda li wan sebir kir.


Petrûs bi gelek xeberêd mayîn bi meʼrîfetî tʼemî da û hîvî ji wan kir û got: «Xwe ji vî nisilê neheq xilaz kin».


Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê?


Îdî em dibînin ku evana ji dest nebawerîya xwe nikaribûn bikʼetanayê.


Awa em bikin ku bikʼevine wê rʼihʼetîyê, wekî tʼu kes mîna nebawerîya wan nekʼeve rʼoja wan.


Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan