Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 9:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Gava eʼlalet pê hʼesîya, pey Wî çû. Îsa ew qebûl kirin û tʼevî wan bona Pʼadşatîya Xwedê xeber dida û ewêd ku hʼewcê qencbûnê bûn qenc kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Îcar gava elaletê ev bihîst, ew li pey wî çûn. Wî ew qebûl kirin û ji wan re li ser Padîşahiya Xwedê peyivî. Wî yên hewcedarê saxbûnê, qenc dikirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Гава әʼлаләт пе һʼәсийа, пәй Ԝи чу. Иса әԝ ԛәбул кьрьн у тʼәви ԝан бона Пʼадшатийа Хԝәде хәбәр дьда у әԝед кӧ һʼәԝще ԛәнщбуне бун ԛәнщ кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بله گَلَک مِرُوا اَوَ زانین و دوو ویدا چُن. عیسی ژی اَو بِ رویه خوش قَبول گِرِن و گَل واندا راستا پادشاهیا خدا قِسَ گِر و مِرُوِت گو محتاجی ساخ بونه بون، شفا دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 9:11
21 Iomraidhean Croise  

Û gava Îsa pê hʼesîya, ji wê derê çû, gelek eʼlalet jî pey Wî çû. Ewî hʼemû jî qenc kirin


Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin.


Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê.


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.


Yêd birʼçî bi tiştêd qenc tʼêr kirin û yêd dewletî destvala verʼêkirin.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş.


Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,


Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›.


Gava şandî vegerʼîyan, çi ku wan kiribû Îsarʼa gilî kirin. Ewî tʼenê şandîyêd Xwe tʼevî Xwe hildan û çûne berbi bajarê Beytsaydayê.


Berê êvarê her donzdeh hatine cem Wî û jêrʼa gotin: «Eʼlaletê berʼde, ku herʼin gund û bergêd dor-bera cî-war bin û xwerʼa xurek dest xin, çimkî em li cîkî xikî-xwelî ne».


Ew şandin, ku Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kin û nexweşa qenc kin


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe?


Awa bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinêd bona Mesîh.


Çimkî Mesîh jî ne ku li Xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: «Ew qarêd ku li Te dikin, li Min dikin».


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


De îdî em mêrkʼîmî nêzîkî tʼextê Xwedêyî kʼeremê bin, wekî rʼeʼmê bistînin û kʼeremê bibînin ku gava em hʼewce bin, alîkʼarîya me bike.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan