Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 8:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Meriv rʼabûn çûn, ku tiştê bûyî bibînin. Gava hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî, li ber nigêd Îsa rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

35 Îcar xelk derketin, da ku bibînin, ka çi çêbûbû. Ew hatin ba Îsa û ew mirovê ku cin jê derketibûn, bi cil û li ser hişê xwe li ber lingên Îsa rûniştî dîtin û tirsiyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

35 Мәрьв рʼабун чун, кӧ тьште буйи бьбиньн. Гава һатьнә щәм Иса, дина хԝә дане, ԝе әԝ мәрьве кӧ щьн же дәркʼәтьбун, кʼьнще ԝи ле, сәр һʼьше хԝәда һати, ль бәр ньгед Иса рʼуньшти йә. Һьнге әԝ тьрсийан.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 پاشه خلق هاتِن گو اَو دِشدا گو قَوِمی بو بِبینِن و وقته گَهَشتِنَ لاره عیسی و دیتِن اَو مِرُوه گو جن ویدا دَرکَوته بون، جِلِگ بَرگِرِنَ و عاقل بَر پِیه عیسی رونِشتیَ، تِرسیان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 8:35
13 Iomraidhean Croise  

Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Û hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê cinakʼetîyî ku kʼomeskereke cina pêrʼa bû, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.


Xûşkeke wê jî hebû, navê wê Meryem. Ewa ber nigêd Xudan rʼûniştibû û guhdarîya xeberêd Wî dikir.


Lê gava ew ser hʼişê xweda hat, got: ‹Çiqas pʼale mala bavê minda hene, ku nan dixwin û ber wan dimîne, lê ez vira birʼçîna dimirim.


Rʼoja sisîya wana Ew pʼaristgehêda dît. Ew tʼevî dersdara rʼûniştibû, guhdarîya wan dikir û pirs didane wan.


Gava Ew derkʼete bejê, ji wî bajarî merivek derkʼete pêşîya Wî, ku cin nav wîda bûn. Ewî zûva ne kʼinc li xwe dikirin û ne jî malda disekinî, nava gorʼistanada dima.


Gava berazvana ev yek dît, rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin.


«Ez merivekî cihû me, bajarê Tarsûsa Kîlîkyayêda ji dîya xwe bûme, lê vî bajarîda bin destê Gamalyêlda çawa şagirt mezin bûme û hʼemû Qanûna kal-bava jî bi fesal-rʼast hîn bûme, hindava Xwedêda jî xweyîxîret bûm, çawa ku hûn hʼemû îro.


Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kurʼê Xwedê eʼyan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan