Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 8:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Tʼoximêd ku kʼetine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî eʼmirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 «Yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in, yên ku dibihîzin û diçin, bi xem, dewlemendî û kêfên vê dinyayê difetisin û berê gihîştî nadin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Тʼохьмед кӧ кʼәтьнә нава стьрийа әԝ ьн, йед кӧ хәбәре дьбьһен, хәмед дьнева, дәԝләт у шабуна ви әʼмьрива мьжул дьбьн, дьхәньԛьн у бәред ԝан нагьһижьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 تُیه ناو قَلَما، اَو مِرُوِن گو کلاما خدا دِبیهیسِن، بله وقته رِیا خودا دِچِنَ پِش نیارانی و مال و ثَروَت و خوشیه ژیانه اَوان دِخَندِقینِن و چه جارا حاصِله نادَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 8:14
17 Iomraidhean Croise  

Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Xulamek nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin».


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin.


Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Û hinek jî kʼetine nava stirîya, stirî jî pêrʼa şîn bûn û ew xeniqandin.


Heger yek Minva nemîne, ew mîna çʼiqilekî wêda avîtî ye, ku hʼişk dibe. Û tʼop dikin davêjine nava êgir dişewitînin.


Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî. Em dîsa hʼîm nevêjin neyêne ser vegerʼandina ji wan kirinêd ku dibine berbi mirinê, Xwedêbawerkirinê,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan