Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 8:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Wî jî got: «Zanîna sirên Padîşahiya Xwedê ji we re hatiye dayîn, lê ji yên din re bi meselan tê gotin, da ku ‹ew binêrin, lê nebînin û bibihîzin, lê fêm nekin.› »

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Әԝи гот: «Ԝәрʼа һатийә дайине, кӧ һун сӧрʼед Пʼадшатийа Хԝәде бьзаньбьн, ле йед майинрʼа бь мәсәла те хәбәрдане кӧ: ‹Бьньһерʼьн у нәбиньн, бьбьһен у фәʼм нәкьн›.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 عیسی گُت: «زانینا سِرّت پادشاهیا خدا بُ وَ هاتیَ دایین، بله گَل مِرُوِت دی بِ مَثَلا قِسَ دِگَم، گو: «”بَرخودَنه، بله نَبینِن؛ بِبیهیسِن، بله فام نَگَن.“

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 8:10
24 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


Ewî caba wan da û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yêd ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê,


wekî: ‹Çiqasî binihêrʼin jî, nebînin, çiqasî bibihên jî, feʼm nekin, wekî nebe ku vegerʼin û li wan bê afûkirinê›».


«Xwedê çʼeʼvêd wan kor kirin û ava rʼeş anî ser hʼişê wan, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi hʼişa feʼm nekin û venegerʼin ku Ez wan qenc kim».


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Ev hʼemû jî xût Xwexa ew Rʼuhʼ dike û her kesîrʼa başqe-başqe pʼarevedike, çawa ku dixwaze.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan