Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 7:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Hingê Îsa tʼevî wan çû. Gava nêzîkî malê bû, sersed çend dostêd xwe şandine pêşîya Wî, Wîrʼa got: «Xudan, zeʼmetê nebîne, çimkî ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Îsa bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihîje mala wî, yê sersed dost şandin pêşiya wî, da ku ew weha jê re bêjin: «Ya Xudan, xwe newestîne, çimkî ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Һьнге Иса тʼәви ԝан чу. Гава незики мале бу, сәрсәд чәнд достед хԝә шандьнә пешийа Ԝи, Ԝирʼа гот: «Хӧдан, зәʼмәте нәбинә, чьмки әз нә һежа мә кӧ Тӧ бейи мала мьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 بَهنده عیسی گَل وان چو. وقته گَهَشتَ نِیزوکاتیا ماله، اَوه افسر هِندَگ ژه دُستِت خو رِگِرَ لاره عیسی، گو بِژِنه: «آغایه مِن، زحمته نَدَ بَخو، چون گو اَز گِیر هِنده نایِم تِ بِی ناو مالا مِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 7:6
15 Iomraidhean Croise  

çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Îsa rʼabû tʼevî wî çû. Eʼlaleteke giran pey Wî diçû û tengasî didane Wî.


Gava Şimhʼûn-Petrûs ev yek dît, xwe avîte çokê Îsa û got: «Xudan, dûrî min herʼe, ez yekî gunekʼar im».


Ewana hatine cem Îsa, gelekî hîvî jê kirin û gotin: «Ew hêja ye ku Tu evê qencîyê jêrʼa bikî,


çimkî ew miletê me hʼiz dike û kʼinîşt jî bona me çêkirîye».


Bona vê yekê min xwe layîqî Te negirt, ku bihatama pey Te jî. Tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be.


Ewî hê xeber dida, ji mala serwêrê kʼinîştê yekî hat û got: «Qîza te mir, îdî zeʼmetê nede dersdar».


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Li ber Xudan xwe bişkênin û Ewê we bilind ke.


Lê belê ew hê kʼeremê dide me. Lema nivîsar dibêje: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan