Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 7:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Ez werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼenna mestir nebûye, lê Pʼadşatîya Xwedêda yê herî biçʼûk ji wî mestir e».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

28 Ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, tu kes ji Yûhenna mezintir tune, lê di Padîşahiya Xwedê de yê herî biçûk ji Yûhenna mezintir e.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

28 Әз ԝәрʼа дьбежьм, жь нава әԝед кӧ жь кʼӧлфәта дьне кʼәтьнә, тʼӧ кәс жь Йуһʼәнна мәстьр нәбуйә, ле Пʼадшатийа Хԝәдеда йе һәри бьчʼук жь ԝи мәстьр ә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 اَز بُ وَ دِبِژِم گو چه کَس ژه یحیا مَزِنتِر داییگا خو نَبویَ؛ بله دیسا ژی اَوه گو پادشاهیا خدادا همویا گوشگَتِرَ، ژه وی مَزِنتِرَ.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 7:28
13 Iomraidhean Croise  

Ez rʼast werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Pʼadşatîya Eʼzmanada yê herî biçʼûk ji wî mestir e.


Wan rʼojada Yûhʼennayê nixumdar rʼabû nava berʼîya Cihûstanê dannasîn kir


Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Eva ew e, bona kʼîjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê rʼîya Te pêşîya Teva hazir ke›.


Gava tʼemamîya cimeʼtê, usa jî xercgira ev yek bihîst, tʼivdîra Xwedê rʼast hʼesab kirin, çimkî bi nixumandina Yûhʼenna hatibûne nixumandinê.


û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan