Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 4:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» Cin ew ber wan li eʼrdê xist û bê zirardayîn ji wî derkʼet.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

35 Îsa lê hilat û got: «Devê xwe bigire û ji wî derkeve!» Cin ew mirov di navendê de avêt erdê, ji wî derket û ziyanek nedayê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

35 Иса ле һьлат у гот: «Кәрʼ бә у же дәркʼәвә!» Щьн әԝ бәр ԝан ль әʼрде хьст у бе зьрардайин жь ԝи дәркʼәт.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 بله عیسی سَر وه رِحا پیس گِرَ هَوار و گُت: «هِش بَ و ویدا دَرکَوَ!» هِنگه جن، اَو مِرُو لاره همویا عَردی دا و به هِنده گو صَدَمَیَگه بِگَهَشِنیتَ وی، ویدا دَرکَوت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 4:35
17 Iomraidhean Croise  

Îsa lê hilat, cin jê derkʼet, kurʼik pêrʼa-pêrʼa qenc bû.


Îsa gote wan: «Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?» Wê demê rʼabû li bayê û golê hilat û hʼemû tişt seqirʼîn.


Hingê rʼuhʼê hʼeram ew veçʼirʼikand û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û jê derkʼet.


Îsa rʼabû, li bayê hilat û eʼmirî ser golê kir got: «Bisekine, kerʼ be!» Firtonê danî û hʼemû tişt seqirʼîn.


Rʼuhʼ kire qîrʼîn, kurʼik qayîm veçʼirʼikand jê derkʼet. Û kurʼik bû mîna mirîya, usa ku geleka digot: «Ew mir!»


Lê gava yekî ji wî qewattir bê û wî bigire, wê ew çʼekê ku wî gumana xwe dabû ser jê bistîne, hebûka wî jî bela ke.


Ewî wanrʼa got: «Hûnê rʼast vê gotinê ser Min bêjin: ‹Hʼekîmo! De hʼekîmtîyê li xwe bike. Û ew tiştêd me bihîstin ku Te Kefernahûmêda kirin, li vir cî-miskʼenê xweda jî bike›».


Îsa ser wêrʼa sekinî, li tʼayê hilat û tʼayê jê berʼda. Destxweda rʼabû ser xwe, berdestî wanrʼa kir.


Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, Ew hʼişyar kirin û gotinê: «Mamosta, Mamosta! Em unda dibin!» Ew rʼabû, li bayê û pêlêd avê hilat, ew sekinîn û seqirʼîn.


Rʼuhʼekî xirab wî digire û nişkêva dike qîrʼîn vediçʼirʼike, kʼef ser dikʼeve hûrdexweşî dibe û bi zorekê ji wî dûr dikʼeve.


Gava hê dihat, cin ew eʼrdê xist û veçʼirʼikî. Îsa li rʼuhʼê hʼeram hilat, kurʼik qenc kir û da bavê wî.


Awa şa bin, eʼzmanno û yêd ku wanda dimînin. Lê wey li eʼrdê û li beʼrê, çimkî mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan