Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 24:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

27 Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

27 У Ԝи дәстпекьр жь Муса у һʼәму пʼехәмбәра, чь кӧ ԝан кʼьтебада бона Ԝи ньвисар бун, ԝанарʼа шьровәкьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 پاشه ژه نِویساره موسی و تواوی پِیغَمبَرا دَستبه گِر و اَو دِشده گو راستا خودا ناو تواوی کِتِبِت مُقدس دا هاته بو گُتن، بُ وان وَگِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 24:27
50 Iomraidhean Croise  

Bê mesele wanrʼa tiştek nedigot, lê şagirtêd Xwerʼa başqe her tişt şirovedikir.


Hingê Ewî wanrʼa got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran hʼemû gotinêd pʼêxembera bawer dikin?


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê».


Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da.


Û Bav ku Ez şandime, Wî Xwexa bona Min şeʼdetî daye. We tʼu car ne dengê Wî bihîstîye, ne rʼûyê Wî dîtîye


Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin».


Lê Xwedê çawa berî vê yekê bi devê hʼemû pʼêxembera bona cefê Mesîhê Xwe gotibû, usa jî kir.


Belê Mûsa got: ‹Xudan Xwedêyê we wê ji nav birayêd weda Pʼêxemberekî mîna min werʼa derxe. Her çi ku werʼa bêje, gerekê hûn guhdarîya Wî bikin.


Û hʼemû pʼêxembera jî, ji Samûêl girtî û yêd peyrʼa çi ku gotine, bona van rʼoja xeber dane.


Mûsa hema ew bû, yê ku zarʼêd Îsraêlrʼa got: ‹Xwedê wê ji nav birayêd weda pʼêxemberekî mîna min bona we rʼake›.


Fîlîpo rʼabû wê nivîsarêda destpêkir derheqa Mizgînîya Îsada wîrʼa şirovekir.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan