Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 22:69 - Peymana Nû (Încîl)

69 Ji vir şûnda Kurʼê Mêriv wê li kʼêleka Xwedêyê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûnê».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

69 Lê ji niha û pê ve ‹Kurê Mirov wê li tenişta rastê ya hêza Xwedê rûne.› »

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

69 Жь вьр шунда Кӧрʼе Мерьв ԝе ль кʼеләка Хԝәдейе Һәри Зор, ль мьле Ԝийи рʼасте рʼуне».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

69 بله وِنَ وِداتِر، گوره انسان سَر دَسته راستَ قُدرَتا خدا دیه رونِت.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 22:69
19 Iomraidhean Croise  

‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.


Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Û heger pirsekê jî bidime we, hûnê dîsa caba Min nadin.


Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.


Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye.


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Fikira wan tiştêd me pêşda gotin ev e: Serekkʼahînekî meyî usa heye ku li eʼzmana ser tʼextê mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûniştîye.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan