Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 22:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Piştre wî rahişt nanekî, şikir kir û şikand. Wî ew da destê wan û got: «Ev bedena min e, ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 У нан һьлда шькьри да, кәркьр да ԝан у гот: «Әва бәдәна Мьн ә, кӧ бона ԝә те дайине. Ве йәке бона биранина Мьн бькьн».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 هَ وِسا نان ژی راگِر و شُکُر گِر، گَر گِر و دا وان و گُت: «اَوَیَ بَدَنه مِن گو بُ وَ تِتَ دایین؛ وه شُله بُ هِنده گو اون مِن بیننَ بیراخو، بیننَ جی.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 22:19
27 Iomraidhean Croise  

Îsa eʼmir kir ku eʼlalet li ser şînayîyê rʼûnên. Ewî her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da eʼlaletê.


Ewî her hʼeft nan û ew meʼsî hildan şikirî da û kerkirin. Paşê dane şagirta, şagirta jî dane eʼlaletê.


Û kʼas hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî û got: «Hildin evê û nav xweda bela kin.


Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî, ku bona we tê rʼêtinê.


Lê gava Ew tʼevî wan ser sifrê rʼûnişt, nan hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî, kerkir da wan.


Ji alîyê Teberîyayê hinek qeyikêd din hatin nêzîkî wî cîyî bûn, kʼîderê pey şikirdayîna Xudanrʼa nan xwaribûn.


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Ew kʼasa Şîva Xudan, ya ku em pê şikirîyê didin, ne heleqetîya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetîya bedena Mesîh e?


û hʼemûya jî xût ew vexwarina rʼuhʼanî vexwar, çimkî ji wî Qeyayê rʼuhʼanî vedixwarin, Yê ku tʼevî wan diçû û ew Qeya Mesîh bû.


Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke.


Hacer Eʼrebistanêda tê hʼesabê çʼîyayê Sînayê û himberî Orşelîma niha dibe, ku zarʼêd xweva xulamtîyê dike.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


her tiştîda rʼazîbûnê bidin, çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan