Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 20:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Lê ewêd ku hêjayî wê dinê bin û bigihîjine rʼabûna mirîya, ne wê bizewicin û ne jî mêr kin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

35 Lê ew ên ku hêja hatine dîtin ku bigihîjin wê dinyayê û vejîna miriyan, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin;

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

35 Ле әԝед кӧ һежайи ԝе дьне бьн у бьгьһижьнә рʼабуна мьрийа, нә ԝе бьзәԝьщьн у нә жи мер кьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 بله اَونه گِیر هِنده بِن گو بِچِنَ دُنیایا دی و ژه مِرِنه ساخ بِن، نه ژِنگه دیه بِخازِن و نه دیه مِر گَن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 20:35
13 Iomraidhean Croise  

Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê.


Lê Îsa ew gazî cem Xwe kirin û got: «Hûn zanin yêd ku nav miletada serwêr têne hʼesabê, serdestîyê li wan dikin û giregirêd wan jî hʼukumî ser wan dikin.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê?


Û axa pesinê wekʼîlxercê bêamin da, wekî ewî bi aqilî kir. Awa merivêd vê dinê hindava xweda ji merivêd rʼonayê serwaxttir in.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


û derkʼevin. Yêd ku qencî kirine wê bona jîyînê rʼabin, yêd ku xirabî kirine bona dîwanê.


Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hʼemû heq û neheqê ji mirinê rʼabin.


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin.


Kʼulfeta mirîyêd xwe saxbûyî standin. Hineka jî azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rʼabin bigihîjine jîyîneke hê qenc.


Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan kʼincêd xwe nelewitʼandine. Ewê bi kʼincêd çîle-qerqaş tʼevî Min bigerʼin, çimkî ewe hêja ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan