Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 2:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Îro werʼa bajarê Dawidda Xilazkirek bû, ew Mesîh Xudan e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Иро ԝәрʼа бажаре Даԝьдда Хьлазкьрәк бу, әԝ Мәсиһ Хӧдан ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 چون گو ایرو ناو شَهره داوود، نجاتگَرَگ بُ وَ هاتَ دُنیایه. اَو مسیحْ، خاده یَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 2:11
38 Iomraidhean Croise  

Aqûbrʼa Ûsiv bû, mêrê Meryemê, ya ku Îsa ji wê welidî, ku Mesîh tê gotinê.


Ewê kurʼekî bîne û tê navê Wî Îsa daynî, çimkî Ewê cimeʼta Xwe ji gunêd wan xilaz ke».


Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».


Hingê Îsa tʼemî şagirtêd Xwe kir, wekî kesîrʼa nebêjin, ku Ew Mesîh e.


Ev çi bextewarîk e ku dîya Xudanê min ser minda hat?


Ji mala xulamê Xwe Dawid bona me Xilazkirekî zor rʼakir,


û wîrʼa gotibû: «Hʼeta ku tu Mesîhê Xudan nebînî, namirî».


Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê rʼabû hevraz çû Cihûstanê, bajarê bûyîna Dawid, ku jêrʼa Beytlehʼm digotin, çimkî ew ji mal û qebîla Dawid bû.


Ewî pêrʼa-pêrʼa birê xwe Şimhʼûn dît û jêrʼa got: «Me Mesîh dît», ku tê feʼmkirinê: «Yê Kʼifşkirî».


Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê».


Mertʼayê Wîrʼa got: «Belê Xudan, ez bawer dikim, ku Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedê, Yê ku wê bihata dinyayê».


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez zanim ku Mesîhê bê», (awa gotî «Yê Kʼifşkirî»). «Gava Ew bê, Ewê derheqa her tiştîda merʼa gilî ke».


û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê».


Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê».


Hineka jî got: «Eva Mesîh e», lê hinekêd din jî gotin: «Çima Mesîhê ji Celîlê bê?


Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye.


Ji zurʼeta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlrʼa Xilazkirek rʼakir, hema xût Îsa.


şirovedikir û wanrʼa îzbat dikir, ku gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û ji mirinê rʼabûya û digot: «Ev Îsayê ku ez werʼa dannasîn dikim, ew Mesîh e».


Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh».


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


Merivê pêşin ji xwelîya eʼrdê bû, merivê duda ji eʼzmên bû.


û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê.


Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektîya Wîda bijîn,


Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan