Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 15:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Çimkî ev kurʼê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

24 çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.› Û dest bi şahiyê kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

24 Чьмки әв кӧрʼе мьн мьри бу, сах бу, ӧндабуйи бу, һатә дитьне›. У дәст бь шайийе кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 چون گو اَو گوره مِن مِره بو، نَهَ دیسا ساخَ؛ بِزِر بِبو، پَیدا بویَ!“ ایجا دَستبه جَشن و شادیه گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 15:24
34 Iomraidhean Croise  

Lê Îsa jêrʼa got: «Tu pey Min were. Bira mirî mirîyê xwe defin kin».


Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê Xwe dayne ser wî.


Awa Min hʼukum daye we, ku hûn meʼr û dûpʼişka û tʼemamîya qewata dijmin pʼêpeskin û qet tʼu tiştê zirarê nede we.


Canegayê dermalîkirî bînin, serjêkin, em bixwin û şa bin.


Wî çaxî kurʼê wîyî mezin li kʼewşên bû. Gava hat nêzîkî malê bû, dengê stiran û rʼeqasê bihîst.


Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›».


«Ji we kʼî ye ew merî, ku sed pezêd wî hebin û gava yekî ji wan unda ke, nod neha çol û besta nehêle û pey ya undabûyî nekʼeve, hʼeta ku wê bibîne?


Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».


Lê Îsa wîrʼa got: «Bira mirî mirîyê xwe defin kin. Tu herʼe Pʼadşatîya Xwedê dannasîn ke».


Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî.


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Çimkî heger tʼexsîrbûna wan bû sebebê lihevhatina dinyayê tʼevî Xwedê, îdî lê qebûlbûna wanê bibe çi, heger ne saxbûna mirîya?


Tʼevî yêd şa dibin şa bin û tʼevî yêd digirîn bigirîn.


Usa jî hûn xwe hindava guneda mirî hʼesab kin, lê hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa.


Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rʼabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê.


Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.


Lema, gava endemek êşê dikʼişîne, hʼemû endem hevrʼa dêşin, lê gava endemek tê pesindayînê, hʼemû endem tʼevî wê şa dibin.


Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn,


gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî tʼevî Mesîh em sax kirin. Bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne!


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Û hûn wextekê bi rʼuhʼanî nava neheqîya û binyatʼa xweye gunekʼare nesinetkirîda mirî bûn, lê Xwedê hûn tʼevî Mesîh sax kirin. Ewî hʼemû neheqîyêd me baxşandine me


Lê ya ku kʼêfa dilê xwerʼa ye, mirîya neçʼeʼlkirî ye.


Evana mesrefêd hʼizkirina weda lekʼe ne, tʼevî we bê xof dixwin-vedixwin, tʼenê zikê xwe diçʼêrînin. Yêd ha, eʼwrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, rʼawava rʼakirî, du car hʼişk bûyî,


Milyakʼetê civîna Sardeysêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft rʼuhʼêd Xwedê û hʼeft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê rʼast tu mirî yî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan