Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 12:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Û xwexa xwerʼa bêjim: Eʼvdo! Te bona xwe tʼêra gelek sala, gelek hebûk daye ser hev, rʼûnê bixwe, vexwe û şa be›.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Êdî ezê ji xwe re bêjim: Ya canê min, te ji xwe re têra gelek salan mal hilaniye. De rûne, bixwe, vexwe û kêfê bike.›

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 У хԝәха хԝәрʼа бежьм: Әʼвдо! Тә бона хԝә тʼера гәләк сала, гәләк һәбук дайә сәр һәв, рʼуне бьхԝә, вәхԝә у ша бә›.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 پاشه اَزه بِژِمَ خو: اَی جانه مِن، تَ بُ گَلَک سالا، گَلَک مال خِر گِریَ. نَهَ رِحَت بِژی؛ بُخُ و وَخُ و کَیفه بِگَ.“

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 12:19
39 Iomraidhean Croise  

Û got: ‹Ezê aha bikim, eʼmbarêd xwe hilşînim û hê yêd mezin çêkim, hʼemû deremet û hebûka xwe jî bikime wir.


Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir.


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Heger min Efesêda şerʼê xwe dereca merivayêda tʼevî «seʼva» kir, çi kʼete kʼîsê min? Heger rʼabûna mirîya wê tʼunebe, de îdî «em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin», çawa hinek dibêjin.


Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin.


Lê ya ku kʼêfa dilê xwerʼa ye, mirîya neçʼeʼlkirî ye.


Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


nemam, berzeq, xwerʼazî, rʼihʼetîhʼiz, ne ku Xwedêhʼiz.


We li ser dinê çʼeʼvê xwe tiştekîda nehiştîye, li gora dilê xwe xwarîye-vexwarîye, çawa kʼozîkirî, bona rʼoja serjêkirinê.


Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn.


Çiqas rʼûmeta xwe bilind kirîye û kʼêfa dilê xwe derbaz kirîye, haqasî cefa-şînê serda bînin. Çimkî dilê xweda aha dibêje: ‹Ez çawa pʼadşa rʼûniştî me, û ne jinebî me, tʼu car ezê şînê nebînim›.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan