Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 12:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Çaxê we bibin kinîştan, ber serek û hukumdaran, xeman nexwin ku hûnê çawa xwe biparêzin an çi bêjin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 У гава ԝә бьбьнә кʼьништа йан бәр һʼакьм йан сәрԝеред һʼӧкӧмәте, һун хәм нәкьн кӧ һуне чаԝа щаба хԝә бьдьн йан чь бежьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 وقته وَ بِبَنَ ناو دیره یهودیا و لاره سَرُکا و حاکِما، نیاران نَبِن گو اون چاون دِبی خو بِپارِزِن آن چه بِژِن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 12:11
14 Iomraidhean Croise  

Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Lema ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca?


Îdî ji we kʼî dikare bi xemêd xwe deqekê ser eʼmirê xweda zêde ke?


Û bona kʼinca hûn çima xem dikin? Dîna xwe bidine sosinêd çolê, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne jî dirʼêsin.


Îdî xem nekin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› yan: ‹Çi vexwin?› yan jî: ‹Çi li xwe kin?›


Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne.


Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Lema Ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan