Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 10:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Lê bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navêd we li eʼzmana nivîsar e».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

20 Lê belê bi vê şa nebin ku cin bi ya we dikin, lê bi vê şa bin ku navên we li ezmanan hatine nivîsîn.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

20 Ле бь ԝе йәке ша нәбьн кӧ щьн ельми ԝә дьбьн, ле ша бьн, кӧ навед ԝә ль әʼзмана ньвисар ә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 بله ژه وِنَ کَیف خوش نَبِن گو رِح بِن اَمره وَ دانَ، بَلگو شادیا وَ ژه وینَ بیت گو ناوه وَ اَسمانی دا هاتیَ نِویساندِن.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 10:20
19 Iomraidhean Croise  

Îsa her donzdeh şagirt gazî cem Xwe kirin û hʼukum da wan ku rʼuhʼêd hʼeram derxin, hʼemû êş û nexweşîya jî qenc kin.


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


Ewî jî ew zîv avîtine nav pʼaristgehê, derkʼet çû xwe xeniqand.


Belê ez hîvî ji te jî dikim hevalbarê minî amin, tu jî alî wan kʼulfeta bike. Evana tʼevî min xebata Mizgînîdayînêda xûdan rʼêtine, usa jî tʼevî Klêmês û heval-xebatêd mine mayîn, ku navêd kʼîjana kʼitêba jîyînêda nivîsar in.


Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.


Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe.


Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Qet tiştekî hʼeram wê nekʼeve bajêr, ne jî yêd ku kʼirêtîyê û derewa dikin wê bikʼevinê, tʼenê ewêd ku kʼitêba Berxêye jîyînêda hatine nivîsarê.


Ewê ku serkʼeve, ewê aha kʼincêd çîle-qerqaş li xwe wergire. Ezê navê wî ji kʼitêba jîyînê tʼu car rʼesît nekim û navê wî li ber Bavê Xwe û li ber milyakʼetêd Wî aşkere kim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan