Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî II, 8:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Îjar xûşk-birano, em wê kʼerema Xwedê weva didine hʼesandinê, ya ku civînêd Mekedonyayêrʼa hatîye dayînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Îcar birano, em kerema Xwedê ya ku di civînên li Mekedonyayê de hatiye dayîn, bi we didin zanîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Ижар хушк-бьрано, әм ԝе кʼәрәма Хԝәде ԝәва дьдьнә һʼәсандьне, йа кӧ щьвинед Мәкәдонйайерʼа һатийә дайине.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 گَلی بِرایا، اَم دِخازِن اون راستا اَو لطفا گو خدا مَنطَقا مقدونیه دا دایَ کلیسایا، بِزانِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî II, 8:1
15 Iomraidhean Croise  

Ewê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ez xulam! Te du telant dabûne min. Va min duduyêd din jî li ser wanda qazinc kirine›.


Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin.


Şev Pawlos dîtinokêda ber çʼeʼvê xwe dît, yekî mekedonî sekinî bû hîvî ji wî dikir û digot: «Were Mekedonyayê alî me bike».


Awa pey gelek salarʼa ez vegerʼîyam hatime Orşelîmê, ku kʼomekê bidime miletê xwe û hʼedîya bidim.


Çimkî xûşk-birayêd Mekedonyayê û Axayayê bi hevrʼa qayl bûn, ku alîkʼarîkê bidine cimeʼta Xwedêye belengaz, yêd ku Orşelîmêda dimînin.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Û gava ez li cem we bûme hʼewcê tiştekî, min giranî neda ji we tʼu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî.


Û gava hûn vî qulixî dikin, ne ku tʼenê kêmasîya cimeʼta Xwedê tʼijî dikin, lê ev yek dike ku Xwedêrʼa hê şikirdayîn zêde be.


Çimkî ez wê rʼezedilîya we zanim û nava mekedonîyada pê we firʼnaq dibim dibêjim, ku we bawermendêd qeza Axayayê hê sala parva kʼarê xwe kʼomekdayînê kirîye û ev xîretkʼêşîya we, gelek ji nav wanda leqandine.


ku nebe heger mekedonî tʼevî min bên û bibînin hûn ne hazir in, em şermî bin (naxwazim bêjim hûn jî) wê gumanêda, ya ku em weda guman bûn.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.


Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan