Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî II, 7:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firʼnaq dibim! Nava hʼemû teʼlî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kʼim-kʼimî me.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Ez ji we gelek piştrast im, ez bi we gelek serbilind im, dilê min bi hanê tije ye. Di nav hemû tengahiyên me de şahiya min difûre.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Әз гәләки ԝәда гӧман ьм, гәләки пе ԝә фьрʼнаԛ дьбьм! Нава һʼәму тәʼли-тәнгийед мәда бәрдьлийа ԝә жь сәре мьн зедәтьр ә у шабунеда кʼьм-кʼьми мә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 گَلَک هِتبارا مِن وَ تِت، اَز گَلَک اِفتخاره وَ دِگَم؛ اَز پْر ژه رِحَتیه مَ. ناو تواوی زَجره مَدا، اَز وِسا پْر ژه کَیف خوشیه مَ گو سَر سَره مِدا تاوِژیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî II, 7:4
27 Iomraidhean Croise  

Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,


Ez her gav bona we şikirîyê didime Xwedêyê xwe, bona wê kʼerema Wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa werʼa hatîye dayînê.


çawa ji pʼirʼî-hindikî we em feʼm kirine, wekî hûn bigihîjine wê feʼmînê ku em rʼûspîtîya we ne, çawa hûn jî ya me ne, Rʼoja hatina Xudan Îsa.


Ew nava hʼemû teʼlî-tengîyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûrʼe teʼlî-tengîyada ne, bi wê berdilîyê, pê kʼîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê.


Çimkî heger ez hinekî jî zêde difirʼim, bona wê hʼukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda tʼune, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê.


Ez bi şermîyê dibêjim, ku em wê yekêda pênebûyî bûn! Heger yek rʼûyê wî digire bi tiştekî bifirʼe, rʼûyê min jî digire, (ez vê yekê ji bêfeʼmîya xwe dibêjim).


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrkʼîmî ne.


Li ber wî ez pê we firʼnaq bûm û ez rʼûrʼeş dernekʼetim. Lê çawa her tiştê ku me werʼa got rʼast bû, usa jî ew firʼnaqîya meye ber Tîto rʼast derkʼet.


Awa hʼizkirina xwe û ew pesinê ku me bona we daye, wanrʼa bidine îzbatkirinê, wekî hʼemû civîn wê yekê bibînin.


Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin.


Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


Awa gava ez dîsa bême cem we, hûn pê min bi saya Mesîh Îsa hê firʼnaq bin.


Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn?


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirʼin, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan hʼemû zêrandin û tengasîya dikʼişînin, yêd ku têne serê we.


Bona wê hʼizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cimeʼta Xwedê pê te rʼihʼet bûye.


Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hʼesab kin, gava hûn bikʼevine nava cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan