Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî II, 3:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 lê belê qulixê Rʼuhʼ wê hê çiqas xweyîrʼûmet be?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 hingê xizmeta Ruh çawa hê bêtir bi rûmet nabe?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 ле бәле ԛӧльхе Рʼӧһʼ ԝе һе чьԛас хԝәйирʼумәт бә?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بَجا شُکوه و جلالا خِذمَتا گو سَر رِحا خدا راوَستایَ، چه قیاسا دیه گَلَکتِر بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî II, 3:8
24 Iomraidhean Croise  

Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Çima hûn nizanin ku hûn pʼaristgeha Xwedê ne û Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne?


Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin.


Û ew Xudan Rʼuhʼ e û Rʼuhʼê Xudan li kʼu derê be, li wê derê jî azayî heye.


Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.


Awa heger ew qulixê ku ser kevira bi hʼerfa kʼolayî bû û axirîyê mirinê pêşda tîne haqas xweyîrʼûmet bû, wekî zarʼêd Îsraêl nikaribûn rʼûyê Mûsa binihêrʼîyana, ji dest wê şewqa rʼûyê wîyî ku dîsa wê derbaz bûya biçûya,


Çimkî heger ew qulixê ku axirîyê dîwan ser merivada danî, haqas xweyîrʼûmet bû, hê çiqas zêde wê xweyîrʼûmet be ew qulixê ku meriv pê bêsûc dibin.


Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin.


Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.


Çimkî bi saya Wî, îzina me her duya jî heye, bi Rʼuhʼekî nêzîkî Bavê bin.


Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin.


Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan