Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî II, 2:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa min xwexa xwerʼa qirar kir ku dîsa neyêm dilê we bêşînim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Loma min ji bo xwe biryar da ku ez careke din nayêm ku we xemgîn bikim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Аԝа мьн хԝәха хԝәрʼа ԛьрар кьр кӧ диса нәйем дьле ԝә бешиньм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 چون گو مِن وِسا تصمیم گِرت گو جارَگَ دی نَیِمَ لاره وَ و باعیثه نَرِحَتیا وَ نَبِم.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî II, 2:1
13 Iomraidhean Croise  

Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Barnabas dixwest Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe bibirana,


Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim, pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî.


Hûn çawa dixwazin? Ez bi kʼulmê ser weda bêm, yan bi hʼizkirinê û berbihêrîyê?


Lê belê çawa ez bedenî ne nava weda me, lê rʼuhʼê xweda hazir im û çawa yekî hazir, min îdî bona yê vî tiştî dike qirara xwe bi navê Xudanê me Îsa daye. Gava hûn cîkî dicivin, rʼuhʼê min jî tʼevî we, bi qewata Xudanê me Îsa


Lê ser minrʼa Xwedê şeʼde ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korintʼê.


Bona van yeka ez dûrva werʼa dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda hʼişkîyê bikim bi wî hʼukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê.


Min bi gelek hêsira, bi gelek kʼeder û kʼesera dilê xwe werʼa nivîsî, wekî hûn ne ku li ber xwe kʼevin, lê wekî wê kʼûrayîya hʼizkirina mine hindava xweda feʼm bikin.


Gava Artemas yan Tixîko ez bişînime cem te, bike ku bêyî Nîkopolîsê, cem min, çimkî min qirar da zivistana xwe li wir derbaz kim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan