Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 7:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Çimkî ew xulamê ku hate gazîkirinê, wekî bibe pʼara Xudan, ew azayê Xudan e, usa jî ewê ku aza bû gava hate gazîkirinê, ew xulamê Mesîh e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Çimkî xulamê ku ji aliyê Xudan ve hatiye gazîkirin, ew azadê Xudan e. Bi vî awayî jî yê ku azad e hatiye gazîkirin, xulamê Mesîh e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Чьмки әԝ хӧламе кӧ һатә газикьрьне, ԝәки бьбә пʼара Хӧдан, әԝ азайе Хӧдан ә, ӧса жи әԝе кӧ аза бу гава һатә газикьрьне, әԝ хӧламе Мәсиһ ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 چون اَوه گو وقته خُلام ژه آلیه خاده هاتَ گازی گِرِن، آزاده خاده یَ. هَ وِسا ژی اَوه گو وقته آزاد هاتَ گازی گِرِن، خُلامه مسیحَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 7:22
18 Iomraidhean Croise  

Mîna merivêd aza bijîn. Bira azayîya we nebe xêlîya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê.


ne ku çawa xulam, lê ji xulamekî zêdetir e, çawa birakî delal! Bona min ew çiqasî delal e, lê bona te ewê hê zêde be, hin alîyê xulamtîyêda, hin jî alîyê Xudanda.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.


Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


Rʼast e ez ji her kesî aza me, lê ez dîsa xwe dikime xulamê hʼemûya, wekî hê geleka qazinc kim.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Xulam bûyî gava hatî gazîkirinê? Xem neke. Lê heger dikarî aza bî, wê mecalê ji destê xwe neke.


Bona yêd bê Qanûn, dibime mîna yêd bê Qanûn, wekî yêd bê Qanûn jî qazinc kim, (ne ku ez bê qanûna Xwedê me, lê ez bin qanûna Mesîhda me).


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan