Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 6:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Çima hûn nizanin ku cimeʼta Xwedê wê dîwana dinê bike? Û heger bi destê we wê dîwana dinyayê bê kirinê, gelo hûn nikarin van pirsêd sivik jî safî kin?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Ma hûn nizanin ku pîroz wê dîwana dinyayê bikin? Madem ku hûnê dîwana dinyayê bikin, ma hûn têrê nakin ku li ser dozên herî biçûk biryarê bidin?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Чьма һун ньзаньн кӧ щьмәʼта Хԝәде ԝе диԝана дьне бькә? У һәгәр бь дәсте ԝә ԝе диԝана дьнйайе бе кьрьне, гәло һун нькарьн ван пьрсед сьвьк жи сафи кьн?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 ما اون نِزانِن اَونه گو ایمان مسیحْ هَنَ دیه دُنیایه قضاوت گَن؟ ایجا هَگو قِرارَ اون دُنیایه قضاوت گَن، ما اون نِگارِن راستا مَسَله گوشگَ دا قضاوته بِگَن؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 6:2
18 Iomraidhean Croise  

Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê kʼêva diçin û gurʼa kʼê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gurʼa Wîda bin, diçine berbi rʼasthʼesabbûnê.


Kʼanên serwaxt? Kʼanên zane? Kʼanên aqilmendêd vê dinyayê? Ne serwaxtîya vê dinyayê Xwedê kire bêhʼişî?


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Awa heger nava weda pirsêd vê dinêye safîkirinê hebin, hûn çawa dikarin hʼakimtîyê bidine destê yêd usa, ku ji alîyê civînêda ne tʼu tişt in?


Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.


De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî.


Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan