Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 5:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Bi rastî tê gotin ku di nav we de zîna heye. Hem jî zînayek wisa ku di nav miletên xwedênenas de jî tune: Heta yekî, jina bavê xwe biriye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Дәнг һәйә кӧ нава ԝәда бенамуси жи һәйә у әԝ жи бенамусикә ӧса, ԝәки нава пʼутпʼарьстада жи тʼӧнә, кӧ йәк дәст давежә демарʼийа хԝә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بَراستی گَهَشتیَ گوهه مِن گو ناو وَدا به ناموسی هَیَ، اَو ژی وِسا گو حتا ناو بت پرستادا ژی نایِتَ تحمل گِرِن. چون گو مِرَگ گَل ژِن بابا خودایَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 5:1
32 Iomraidhean Croise  

lê em neʼmekê wanrʼa binivîsin, ku hʼevza xwe ji wan qurbanêd ku pʼûtarʼa têne dayînê bikin, usa jî ji bênamûsîyê, goştê mirar û xûnê.


Dûrî qurbanêd pʼûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we».


Çimkî min salixê we ji mala Xiloyê hilda xûşk-birano, ku nava weda deʼw-doz hene.


Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!


Dibêjin: «Xwarin bona zik e, zik jî bona xwarinê ye», lê Xwedê her duya jî wê unda ke. Lê beden ne bona qavîyê ye, lê bona xizmetkʼarîya Xudan e û Xudan jî bona bedenê xem dike.


Ji qavîyê birʼevin! Hʼemû gunêd mayîne ku meriv dike, ji bedenê der e, lê ewê ku qavîyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin.


Awa heger yekî dilêşî kir, ne ku tʼenê dilê min êşand, lê yê hineka jî, wekî gelekî zêde nekim, nebêjim yê we hʼemûya jî.


Awa ew neʼma ku min werʼa nivîsî, ne bona wî bû, yê ku neheqî kir û ne bona yê hate neheqkirinê, lê belê wekî ew demana weye hindava meda li ber Xwedê eʼyan be.


Awa kirêd binyatʼa însên eʼyan in: Bênamûsî, hʼeramî, toltî,


Lê hʼeta navê qavîyê û her hʼeramîyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cimeʼta Xwedê nakʼeve.


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


Çimkî Xwedê gazî me li hʼeramîyê nekirîye, lê li hʼelalîyê.


Min wext da wê, wekî ew ji gunekirinê vegerʼe, lê ew naxwaze destê xwe ji bênamûsîya xwe bike.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan