Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 4:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Îsafa min rʼihʼet e, ne ku bi vê yekê ez xwe sofî dikim, lê hʼakimê min Xudan e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Wijdana min rihet e, lê belê ev min bêsûc dernaxe. Dadgerê min Xudan e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Исафа мьн рʼьһʼәт ә, нә кӧ бь ве йәке әз хԝә софи дькьм, ле һʼакьме мьн Хӧдан ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 چون گو اَز چه تقصیرَگه ناو خودا نابینِم، بله اَوَ مِن به گُنَه نیشان نادَت. اَوه گو مِن قضاوت دِگَت، خاده یَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 4:4
24 Iomraidhean Croise  

Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Çimkî ne ku ewêd Qanûnê dibihên li ber Xwedê rʼast in, lê ewêd ku Qanûnê diqedînin wê rʼast bêne hʼesabê.


Heger Birahîm bi kirêd xwe rʼast hʼesab bibûya, hingê dikaribû bi kirêd xwe bifirʼîya, lê ne li ber Xwedê.


Lê bona min ev yek ne tʼu tişt e, ku fikirêd we yan yêd dîwana merivayê ser min çi ne, ez xwexa jî loma li xwe nakim.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan