Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 4:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Em di ber Mesîh de bêaqil in, lê hûn bi saya Mesîh bi aqil in. Em bêhêz in, lê hûn bihêz in. Hûn xweyî rûmet, lê em bêrûmet in.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Әм беһʼьш ьн бона Мәсиһ, ле һун сәрԝахт ьн йәктийа Мәсиһда! Әмә сьст ьн, ле һунә ԛәԝат! Һунә хԝәйирʼумәт ьн, ле әмә берʼумәт!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اَم بَر خاطره مسیحْ به عاقلِن، بله اون ناو مسیحْ دا زانانَ! اَم ضعیفِن، بله اون قاوَتِن! وَ سَر دَستا خُدان دِگَن، بله اَم به قَدِرِن!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 4:10
38 Iomraidhean Croise  

Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin.


Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûrʼe buxdan li we bikin.


Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike».


Ev mesele jî wanrʼa got, yêd ku xwexa xweda guman bûn, yançîye ewe rʼast in û hʼemûyêd mayîn ber tiştekî hʼesab nedikirin.


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîrʼa kʼetine hʼucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêtʼewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê kʼifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û rʼabûna mirîya dannasîn dikir.


Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».


Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! Pʼirʼxwendina te te unda dike».


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî,


Çimkî ew kirêd Xwedêye ku ber çʼeʼvê meriva bêhʼişî xuya dibin, ew ji serwaxtîya merivayê serwaxttir in û ber çʼeʼvê meriva çiqas sistîya Xwedê xuya dibe, ew ji qewata merivayê qewattir e.


Awa kʼî difikire ku ew miqerʼm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekʼeve.


Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.


Ez xwexa hʼalekî sistda, bi xof û tirs nava weda bûm.


Bira tʼu kes xwe nexapîne. Heger yek ji we li gora qeydêd vê dinyayê xwe serwaxt dibîne, bira bibe bêhʼiş, wekî bibe serwaxt.


Min şîr da we, lê ne ku xwarina giran, çimkî we hê nikaribû bixwara. Û hûn niha jî nikarin bixwin,


Hûn îdî tʼêr bûne, îdî hʼirʼ bûne! Bêyî me îdî bûne pʼadşa! Ax xwezî hûn bibûna pʼadşa, emê jî tʼevî we bibûna pʼadşa!


Çawa hinek dibêjin: «Neʼmeyêd wî hʼişk in û bi qewat in, lê ew dîndara xweva belengazek e û xeberdanêda jî yekî pênebûyî ye».


Hûn merivne serwaxt in, lema bi dilekî şa li bêhʼişa sebir dikin!


Gava yek ser hʼalê xweda digirî, ez jî tʼevî wî digirîm! Gava yek ji rʼê tê derxistinê, dilê min jî diqilqile!


Em şa dibin, gava em sist dibin û hûn qewat dibin. Û em jî bona we dua dikin, wekî hûn tʼam bigihîjin.


Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda.


hurmetê û bêhurmetîyêda, qedir û rʼezîlîyêda. Me hʼesab dikin çawa yêd derewîn, lê em ser rʼastîyê ne,


Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.


Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan