Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 2:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Lê belê em şehrezayiya Xwedê ya bi sir û veşartî dipeyivin, a ku Xwedê ji beriya dem û zemanan ve ji bo rûmeta me kifş kiriye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ле әм дәрһәԛа сәрԝахтийа Хԝәдейә сӧрʼә вәшартида хәбәр дьдьн, йа кӧ Хԝәде һе бәри әʼфьрандьна дьнйайе, бона рʼумәта мә ԛьрар кьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَلگو اَم راستا حکمتَگه سِرّی و وَشارتیَ خدا قِسَ دِگَن، گو خدا اَو پِش زَمانادا، بُ شُکوه و جلالا مَ کِفش گِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 2:7
21 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxember bê sêrî: «Ezê bi mesela wanrʼa xeber dim, tiştêd ji wextê eʼfirandina dinyayêda veşartî gilî kim».


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Kʼîjan pêşda kʼifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kʼîjana kir, ew jî bêsûc kirin û kʼîjan bêsûc kirin, ew jî xweyîrʼûmet kirin.


Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.


Berî eʼfirandina dinyayê Xwedê yektîya Wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber Wî hʼizkirinêda bijîn.


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêrʼa gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kʼerema Xwe. Eva kʼerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda merʼa hate dayînê.


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Bi bawerîyê meva eʼyan e ku dinya bi xebera Xwedê eʼfirîye û ew tiştêd ku têne dîtinê ji wan tiştêd ku nayêne dîtinê çêbûne.


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir.


Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan