Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 2:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata Rʼuhʼê Pîroz bû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Peyv û danezana min, ne bi qanîkirina peyvên şehrezayiyê, lê bi berçavanîna hêza Ruh bû,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 У готьн у һинкьрьна мьн, нә кӧ бь хәбәред сәрԝахтийа мәрьвайийә зархԝәшийе бу, ле бь избатийа ԛәԝата Рʼӧһʼе Пироз бу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 و قِسَدانا مِن و پیاما مِن نه بِ قِسه حکمته گو مِرُو قانع دِگَن، بَلگو بِ قُدرَت و دلیله رِحا خدا گو مِرُو قانع دِگَن بون،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 2:4
28 Iomraidhean Croise  

çimkî min xwe neda paş, tʼemamîya qirara Xwedê werʼa got.


Egrîpa Pawlosrʼa got: «Te tʼirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?»


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Çimkî Mesîh ez nixumandinêrʼa neşandim, lê Mizgînîdayînêrʼa û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê hʼesabê.


Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.


Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.


Çimkî Pʼadşatîya Xwedê ne ku xeberdanêda ye, lê hʼunurda ye.


bi nixta hʼelal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bi hʼizkirina bêhʼilekʼarî,


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


Ez vê yekê dibêjim, wekî tʼu kes we bi zarê şîrin nexalifîne.


çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan