Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 14:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Demana hʼizkirinêda bin û hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda bin, îlahî pʼêxembertîkirinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Li pey hezkirinê bibezin û diyariyên ruhanî bi xîret bixwazin, lê hê bêtir pêxemberîtîkirinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Дәмана һʼьзкьрьнеда бьн у һʼәйра пʼешкʼешед рʼӧһʼанида бьн, илаһи пʼехәмбәртикьрьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 دوو مُحبّته دا بِن و مِجِد دیاریِت روحانی بِخازِن، مخصوصَن دوو نَبوَت گِرِنه دا بِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 14:1
29 Iomraidhean Croise  

Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê,


Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.


Em îdî çi bêjin? Necihûyêd ku pey rʼasthʼesabbûnê nediçûn, gihîştine rʼasthʼesabbûnê, wê rʼasthʼesabbûna ji bawerîyê,


Lê niha çi ji pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî dikʼeve xûşk-birano, ez naxwazim ku hûn nezan bin.


De hûn hʼeyra pʼêşkʼêşêd hê mezinda bin. Lê ezê rʼêke here qenc jî nîşanî we kim.


Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Awa pʼêşkʼêşa zimanêd xerîb nîşanek e, ne ku bona bawermenda, lê bona nebawera û pʼêxembertî jî ne ku bona nebawera ye, lê bona bawermenda.


Heger yek difikire, ku xwexa pʼêxember e yan rʼuhʼanî ye, bira zanibe çi ku min werʼa nivîsîn, tʼemîya Xudan e.


Awa xûşk-birano, hʼeyra pʼêxembertîkirinêda bin û dengê yêd bi zimanêd xerîb xeber didin nedine birʼînê.


bira her kirinêd we bi hʼizkirinê bin.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.


Pʼêxembertîya bêrʼûmet nekin.


Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.


bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê.


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan