Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 13:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Eger ez bi zimanên mirov û milyaketan bêjim, lê hezkirina min tune be, ez bûme wek sifrekî ku deng derdixe an jî zengilekî ku dike çingeçing.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һәгәр әз бь зьманед мәрьва йан мьлйакʼәта хәбәр дьм, ле дьле мьнда һʼьзкьрьн тʼӧнәбә, әзе бьбьмә мина ԝи зәнгьле кӧ дькә зьнгин йан жи болмед сьфрә кӧ дькьнә шьнгин.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هَگو اَز اَزمانه مِرُوا و میلیاکَتا قِسَ گَم، بله مِن مُحبّت چِنَبیت، اَز بینا دُهُلَگِمَ گو گَلَک دَنگ هَیَ آن بینا زَنگِلَگِمَ گو گَلَک دِگَتَ زِنگَ زِنگ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 13:1
22 Iomraidhean Croise  

Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din,


Heger bi xwarina xwe tu dilê birê xwe ji xwe dihêlî, îdî jîyîna te ne bi hʼizkirinê ye. Bi xwarina xwe wî unda neke, bona kʼîjanî Mesîh mir.


yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.


Û heger guh bêje: «Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne çʼeʼv im», gelo eva meʼnî ye, ku ew ne ji bedenê ye?


Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî,


Hʼizkirin tʼu car kʼuta nabe. Heger pʼêxembertî hebin, wê betal bin, heger zimanêd xerîb hebin, wê dengêd wan bêne birʼînê, heger zanebûn hebe, wê derbaz be herʼe.


Ewê ku bi zimanê xerîb xeber dide, ew ne ku mêrivrʼa xeber dide, lê Xwedêrʼa, çimkî kesek Wî feʼm nake. Ew bi qewata Rʼuhʼ surʼa dibêje.


Ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, tʼenê bawerîya xwe ava dike, lê ewê ku pʼêxembertîyê dike, civînê pêva ava dike.


Ez dixwazim ku hûn hʼemû jî bi zimanêd xerîb xeber din, lê ez hê dixwazim ku hûn pʼêxembertîyê bikin, çimkî yê pʼêxembertîyê dike, ji yêd bi zimanêd xerîb xeber dide çêtir e, pêştirî wî wextê ku tê şirovekirinê, wekî civîn bê avakirinê.


Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.


hʼeta buhiştê hate hilatinê û tiştêd nayêne gotinê bihîstin ku ji mêriv nakʼeve bona wan tişta xeber de jî.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Min ji eʼzmên dengek bihîst, mîna dengê gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm. Ew dengê ku hate min, mîna dengê miqamê çengvana bû, ku li çengêd xwe dixin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan