Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Korîntî I, 1:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Belê hûn bi yektîya Wî her tiştîda dewletî bûn, her xeberdanê û her zanebûnêda.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5-6 Çimkî ka çawa şahidiya Mesîh di nav we de qayîm bûye, hûn bi wî di her tiştî de, di peyivîn û di zanînê de dewlemend bûne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Бәле һун бь йәктийа Ԝи һәр тьштида дәԝләти бун, һәр хәбәрдане у һәр занәбунеда.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 چون گو ناو مسیحْ دا همو آلیادا هر جورَ قِسَدانَگ و مَعریفَتَگ گَلَک زِدَ بُ وَ هاتیَ دایین،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Korîntî I, 1:5
27 Iomraidhean Croise  

Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.


Heger neheqîya wan bû sebeb ku dinya dewletî be û kʼetina wan bû sebeb ku necihû dewletî bin, lê wê hê çiqas kʼar be gava tʼemamîya wan xilaz be!


Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.


Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.


yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.


Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî,


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Hʼizkirin tʼu car kʼuta nabe. Heger pʼêxembertî hebin, wê betal bin, heger zimanêd xerîb hebin, wê dengêd wan bêne birʼînê, heger zanebûn hebe, wê derbaz be herʼe.


Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.


Û ji dest wê «zanebûna» te, birê teyî sist, bona kʼîjanî Mesîh mir, wê unda be.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin.


Hûnê her tiştîva dewletî bin, wekî her alîyava merʼd bin û ew qencîyêd hûn bi destê me dikin, bibine meʼnî ku şikirîyê bidine Xwedê.


wekî Xwedêyê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê serwaxtîyê û eʼyantîyê bide we, ku hûn Wî tʼam nas bikin.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minrʼa bê dayînê, wekî mêrkʼîmî surʼa Mizgînîyê eʼyan kim,


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.


û ewî nû li xwe kirîye. Ew merivê nû rʼoj bi rʼoj anegorî sûretê Eʼfirandarê xwe tê nûkirinê, wekî Xwedê tʼam nas ke.


Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan