Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Kolosî 4:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Bi vê yekê re ji bo me jî dua bikin, da ku Xwedê ji bo peyvê deriyekî li ber me veke, ku em sira Mesîh a ku ez di ber wê de di girtîgehê de me, bêjin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бона мә жи дӧа бькьн, ԝәки Хԝәде дәри бона хәбәрдане ль бәр мә вәкә, кӧ әм сӧрʼа Мәсиһ әʼлам кьн, бона кʼижане жи әз ван ԛәйдада мә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 رَخ وه یگه بُ مَ ژی دعایا بِگَن گو خدا، بُ کلامه دَرَگه سَر مَدا وَگَت گو اَم بِگارِن سِرّا مسیحْ بِژِن. هَمَن اَو سِرّا گو اَز بَر خاطره وه زیندانه دا مَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Kolosî 4:3
27 Iomraidhean Croise  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


çimkî dergehekî xêrêyî mezin li ber min vebûye û peykʼetîyêd min gelek in.


Awa gerekê meriv me usa hʼesab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wekʼîlêd surʼêd Xwedê.


Gava ez bona Mizgînîdayîna Mesîh gihîştime Troyayê, min dît ku Xudan derîk li ber min vekirîye.


Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…


Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî


û gava hûn bixûnin, hûnê bikaribin bizanibin ku ez çawa surʼa Mesîh feʼm dikim.


û li ber hʼemûya vekim, ku çawa tʼivdîra surʼa Xwedê tê xebatê, ya ku hê dewrêd berêda cem Xwedêyê ku her tişt eʼfirandîye, veşartî mabû.


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


çimkî ez zanim ku ev yek wê axirîyê li ber azabûna min kʼeve, bi duayêd we û alîkʼarîya Rʼuhʼê Îsa Mesîh.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


ew surʼa ku ji dewr û qurʼnada veşartî bû, lê niha cimeʼta Wîva eʼyan bû.


Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! Kʼerema Xwedê werʼa be.


Xûşk-birano, bona me jî dua bikin.


Bira Xudan rʼeʼma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rʼihʼet kir, ji girtina min şerm nedikir,


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Pêştirî vê yekê jî, minrʼa cîkî mayînê hazir ke, çimkî gumana min heye, ku Xwedêyê caba duayêd we bide, min paşda bide we.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan