Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Kolosî 4:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Êpafrasê ku yek ji we ye û xulamê Mesîh Îsa ye, silavan li we dike. Ji bo ku hûn di her daxwaza Xwedê de bêkêmahî û tam bi piştrastî bisekinin, ew hergav bi xîretkêşî ji bo we dua dike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Сьлаве Епафрасе хӧламе Мәсиһ Иса жи ль ԝә һәнә, кӧ әԝ йәк жь ԝә йә. Әԝ һәр гав бь дьл у щан бона ԝә дӧа дькә, ԝәки һун гьһишти мьԛәрʼм сәкьни бьн, тʼәмамийа әʼмьре Хԝәдеда баԝәр бьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 اِپافْراس گو یگ ژه وَیَ و خُلامه مسیحْ عیسایَ، بُ وَ سِلاوا دِرِگَت. اَو همو جاره مِجِد بُ وَ دعایا دِگَت، گو اون بینا مِرُوه بالغ و مطمئن طیگ راوَستِن و داخازیا خدا کامِل بیننَ جی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Kolosî 4:12
30 Iomraidhean Croise  

Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e.


Tʼêyofîloyê xweyîqedir, niha geleka destpêkirîye serhatîya wan tiştêd nava meda bûyî usa rʼêz kin,


Ewî nava cefê giranda, hê bi dilê kʼel dua dikir. Xûdana Wî mîna dilopêd xûnêye gir dirʼijîyane eʼrdê.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.


Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh û wê hʼizkirina ji Rʼuhʼ, wekî hûn bi duayêd xweye li ber Xwedê tʼevî şerʼkʼarîya min bin.


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd rʼuhʼanîye gihîştîrʼa xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku hʼukumê wan betal dibe.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kʼulfeta dikʼişînim, hʼeta ku Mesîh nava weda bigihîje.


lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.


Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.


Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin,


Ez wî tʼevî birayê meyî aminî delal Onîsîmo dişînim, ku ew ji we ye jî. Ewana werʼa wê bona her tiştêd ku li vir diqewimin bêjin.


De bira Xwedêyê ku eʼdilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, tʼemamîya rʼuhʼ, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, hʼeta hatina Xudanê me Îsa Mesîh.


Êpafrasê bona navê Mesîh Îsayî tʼevî min girtî, te silav dike,


Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda kʼetî-rʼabûyî ne, qencî û xirabîyê ji hev derdixin.


Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Û sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kʼamil û gihîştî bin, tʼu kêmasîke we tʼunebe.


Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan