Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Kolosî 3:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Êdî Yewnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune; lê belê Mesîh her tişt e û bi her kesî re ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Иди фьрԛи нә нава щьһу у нәщьһуйада һәйә, нә нава сьнәткьри у нәсьнәткьрийада, нә барбар у бәйанийада у нә жи хӧлам у азайада, ле сәри Мәсиһ ә у Мәсиһ ә нава һәр баԝәрмәндида.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 ناو وه تازَ بونه دا، نه یونانی نه یهودی، نه اَوه سُنَت بویی و نه اَوه سُنَت نَبویی، نه بَربَر نه سَکایی، نه خُلام و نه ژی آزاد ایدی معنی چِنینَ، بَلگو مسیحْ همو دِشدَ و ناو همو دِشدی دایَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Kolosî 3:11
54 Iomraidhean Croise  

Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin.


Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew tʼifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan hʼiz dikî, çawa Min hʼiz dikî.


wekî hʼerçê merivêd mayîn û hʼemû necihûyêd ku navê Min ser wan e, li Xudan bigerʼin.


Binelîyêd wir gelek qedir-hurmet merʼa kirin, agir vêxistin, ji ber wê sermayê û barana ku destpêkir em qebûl kirin.


Binelîya gava rʼeʼwirê destê wîva dardabûyî dît, hevrʼa gotin: «Eva rʼastî mêrkuj e, ji beʼrê xilaz bû, lê xudanê Heqîyê nehişt ku ew bijî».


Ez borcdarê hʼemû mileta me, hin yê yûnanêd pêşdaçûyî û hin jî yê miletêd paşdamayî, deyndarê serwaxta û bêfeʼma me.


Li vir firqî tʼune nava cihû û necihûyada, çimkî Xudanê hʼemûya yek e, hindava wan hʼemûyada jî merʼd e, kʼîjanêd gazî Wî dikin.


Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune,


Yan Xwedê tʼenê Xwedê cihûya ye? Ne yê necihûya ye? Belê, yê necihûya ye jî,


Rʼast usa jî yektîya Rʼuhʼekîda em hʼemû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em hʼemû jî ji wî Rʼuhʼî dane vexwarinê.


Lê, heger ez zimanekî feʼm nakim, ez bona yê wî zimanî xeber dide xerîb im û yê xeber dide jî bona min xerîb e.


Ne sinetbûn tiştek e û ne jî nesinetbûn, lê serî tʼemîyêd Xwedê qedandin e.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.


Çimkî Ew e eʼdilayîya me, ku her du, cihû û necihû kirine yek. Ewî dîwarê navbirʼîyê, awa gotî dijminatî bi bedena Xwe xirab kir


û tʼemî û eʼmirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike eʼdilayî.


bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn hʼizkirinêda rʼaw û rʼikʼinê xwe bavêjin,


Eva surʼa vebû, wekî necihû pê Mizgînîyê tʼevî Îsraêlê war bin, bibine bedenek û xweyîpʼarêd sozê Wî bin, bi saya Mesîh Îsa.


Hûn zanin ku her kes, heger xulam be, heger aza, çi qencîyê ku bike, weke wê jî wê ji Xudan bistîne.


û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan