Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Kolosî 3:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Madem ku hûn bi Mesîh re hatine rakirin, li tiştên li jor bigerin. Li wê derê Mesîh li milê Xwedê yê rastê rûniştiye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Аԝа кӧ һун тʼәви Мәсиһ жь мьрьне рʼабунә, кӧ ӧса йә ль тьштед жорьн бьгәрʼьн, ԝе дәра кʼӧ Мәсиһ ль мьле Хԝәдейи рʼасте рʼуньшти йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بَجا هَگو اون گَل مسیحْ دا رابونَ، دوو وان دِشدا بِن گو آلیه سَری نَ، وه جیه گو مسیحْ وِدَره یَ و سَر دَسته راستَ خدا رونِشتیَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Kolosî 3:1
39 Iomraidhean Croise  

‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.


Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Lê xiznê xwerʼa li eʼzmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin.


Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê.


Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.


Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Hebûka xwe bifiroşin û xwerʼa xêra bikin. Xwerʼa kʼîsikê ku narʼize û xizna eʼzmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe.


Dawid xwexa kʼitêba Zebûrada dibêje: ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê,


Ji vir şûnda Kurʼê Mêriv wê li kʼêleka Xwedêyê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûnê».


Rʼast e Dawid neçûbû eʼzmana, lê wî xwexa ev yek got: ‹Xudan gote Xudanê min, kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê,


Lê Steyfan bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî berê xwe eʼzmênda kir, rʼûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî rʼastê sekinî dît


Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.


Axirîya fikira binyatʼa merivayê mirin e, lê axirîya fikira Rʼuhʼ jîyîn û eʼdilayî ye.


Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.


Ewê ku berjêr bû, hema Ew e, Yê ku Xwe da fêza hʼemû eʼzmana, wekî her tiştî hʼizûrîya Xweva tʼijî ke.


Kʼulfetno, usa xwe li ber mêrêd xwe bişkênin, çawa li ber Xudan,


Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:


Ser tiştêd jorin bifikirin, ne ku ser tiştêd vê dinyayê.


Kʼîjan milyakʼetîrʼa Xwedê gotîye: «Kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê, hʼeta Ez neyarêd Te bikime binê pʼîyêd Te»?


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


Lê Evî kʼahînî tʼenê carekê bona guna qurban da û peyrʼa hʼeta-hʼetayê kʼêleka Xwedêye rʼastê rʼûnişt


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Fikira wan tiştêd me pêşda gotin ev e: Serekkʼahînekî meyî usa heye ku li eʼzmana ser tʼextê mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûniştîye.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan