Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Kolosî 2:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 û xwe îdî li Sêrî nagirin, ku Mesîh e. Bi Wî tʼemamîya bedenê bi pʼevgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje, li gora xwestina Wî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Yên weha xwe bi Serî ve nagirin. Bi wî Seriyî tevahiya bedenê, bi movik û pêgirêkan girêdayî tê xweyîkirin û bi mezinbûna ji Xwedê, mezin dibe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 у хԝә иди ль Сери нагьрьн, кӧ Мәсиһ ә. Бь Ԝи тʼәмамийа бәдәне бь пʼәвгьрек у севькава һәвва гьредайи те хԝәйикьрьне у бь гиһандьна Хԝәде дьгьһижә, ль гора хԝәстьна Ԝи.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 مِرُوَگه وِسا خو قاهیم بِوَ سَریوَ ناگِریت، اَو سَره گو بِ وه تواوی بَدَن بِ واسِطا مُوِکا و بَندا خایی دِبیت و خو پِگوَ دِگِریت و وِسا بَدَن بِ مَزِن بونا گو ژه آلیه خدایَ، مَزِن دِبیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Kolosî 2:19
33 Iomraidhean Croise  

Lê gerekê şerava nû bikine meşkêd nû.


wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.


Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.


Heger ji wan çʼiqila hinek şkestin, lê tu, necihû dara zeytʼûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî servakirinê û tʼevî qinyata rʼawêd zeytʼûnê bûyî,


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye.


Min daçʼikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand.


Û Xwedê her tişt kire bin pʼîyêd Wî û Ew bona civînê kʼifş kir çawa serwêrê her tiştî.


Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.


Bi Wî tʼemamîya avayî pêva cî bi cî bona Xudan pʼaristgeheke pîroz bilind dibe.


Biceʼdînin, ku yektîya Rʼuhʼ pê hevgirêdana eʼdilayîyê xwey kin.


Çimkî bedena tʼu kesî ber çʼeʼvê wî ne rʼeş e, lê wê tʼêr dike û xwey dike, çawa Mesîh jî civînê,


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Ew e serê Bedenê, awa gotî serê civînê, destpêbûna wê û nixurîyê ji nava mirîya, wekî her tiştîda Ew bibe Yê pêş.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan