Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Kolosî 2:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Awa guh nedine tʼu kesî, yêd ku bona pirsa xwarin, vexwarinê yan jî bona pirsa cejina û cejinêd hîva nû usa jî rʼojêd şemîya, we lomekʼar dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Loma bila tu kes di pirsa xwarin, an vexwarin, an cejn, an meha nû, an jî roja Şemiyê de, we dadbar neke.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Аԝа гӧһ нәдьнә тʼӧ кәси, йед кӧ бона пьрса хԝарьн, вәхԝарьне йан жи бона пьрса щәжьна у щәжьнед һива ну ӧса жи рʼожед шәмийа, ԝә ломәкʼар дькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بَجا ایجازه نَدَن گو چه کَس بَر خاطره خارِن و وَخارِنه، آن بَر خاطره عَیدا آن هَویا تازَ و خُدان گِرِنا رُژا شَنبیا مُقدس، سَر وَ قضاوته بِگَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Kolosî 2:16
42 Iomraidhean Croise  

Ne ku tiştê diçe dêv, ew meriva dihʼerʼimîne, lê çi ku ji dêv dertê, ew meriva dihʼerʼimîne».


Çimkî ew ne ku dikʼevine dilê wî, lê diçine zikê wî û ji wir jî dertên derva». (Bi vî awayî Îsa da kʼifşê, ku hʼemû xwarin jî hʼelal in.)


lê em neʼmekê wanrʼa binivîsin, ku hʼevza xwe ji wan qurbanêd ku pʼûtarʼa têne dayînê bikin, usa jî ji bênamûsîyê, goştê mirar û xûnê.


Îdî tu çima loma birê xwe dikî? Yan tu çima birê xwe bêhurmet dikî? Em hʼemûyê jî li ber dîwana Xwedê bisekinin.


Hûn guh didine rʼojêd hʼesab, meha, rʼojgar û sala.


Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


lê ev yek tʼenê xwarin-vexwarinê û cûrʼe-cûrʼe şûştin-veşûştinêd qeyde-qanûnêva girêdayî ne. Ev qeyde-qanûnêd dervayî ne, kʼîjan ku hʼeta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin.


Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan