Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Kolosî 1:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Çimkî bi destê Wî her tiştêd li eʼrd û eʼzmana eʼfirîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger kʼursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan hʼukumetî bin, her tişt bi destê Wî û bona Wî eʼfirîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Çimkî hemû tiştên li erdê û li ezmanan, Tiştên ku tên dîtin û nayên dîtin, Dixwazî bila text, dixwazî bila hukumdarî Dixwazî bila serwerî, dixwazî bila desthilatî be, Bi saya wî hatin afirandin; Her tişt bi saya wî û ji bo wî hat afirandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Чьмки бь дәсте Ԝи һәр тьштед ль әʼрд у әʼзмана әʼфьринә, чь кӧ хӧйа дьбьн, чь кӧ хӧйа набьн, һәгәр кʼӧрси йан хӧданти бьн, һәгәр сәрԝерти йан һʼӧкӧмәти бьн, һәр тьшт бь дәсте Ԝи у бона Ԝи әʼфьринә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 چون گو بِ واسِطا وی همو دِشد هاتَ آفِراندِن، عَرد و اَسمانا دا، هَچی دِشدا گو دِتَ دیتِن و نایِتَ دیتِن، چه تَختِت پادشاهیه آن چه سَلطَنَت، سَروَر آن خُدان قُدرَت، همو دِشد بِ واسِطا وی و بُ وی هاتنَ آفِراندِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Kolosî 1:16
29 Iomraidhean Croise  

Ew dinyayêda bû û dinya pê Wî eʼfirî, lê dinyayê Ew nas nekir.


Her tişt bi Wî eʼfirîn û bêyî Wî tʼu tişt neqewimî, çi ku qewimî.


Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Çimkî ez eʼseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyakʼet, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tʼu qewat,


Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.


lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.


ku gava wext pêrʼa bigihîje, ew tʼivdîr mîyaser be, hʼemû tişt bin serwêrtîya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li eʼrdê, hin jî li eʼzmana.


Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne.


wekî her çok li ber navê Îsa bitewe, heger li eʼzmên be, heger ser dinê be, heger li dîyarê mirîya be


Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa.


û bi Wî her tiştî tʼevî Xwe li hev bîne, heger li ser eʼrdê be, yan jî li eʼzmana be, bi wê xûna Wîye ser xaçê rʼijîyayî eʼdilayîyê bike.


û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye.


Bi wî xaçî Mesîh çʼekêd serwêr û hʼukumetêd teʼrîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava kʼoma Xweye serkʼetîda kirine sosret.


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Belê hêja bû ku Xwedê, Yê ku her tişt bona Xwe eʼfirandîye û bi destê Xwe xwey dike Rʼêberê xilazbûna wan bi cefa kʼamil bikira, wekî gelek law tʼevî rʼûmeta Îsa bikirana.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan