Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یعقوب 5:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Hûn jî sebir kin, gumana xwe unda nekin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Һун жи сәбьр кьн, гӧмана хԝә ӧнда нәкьн, чьмки һатьна Хӧдан незик ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 اون ژی صَبره بِگَن. دله خو قُرص خُدان گَن، چون گو هاتنا خاده نِیزوکَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یعقوب 5:8
24 Iomraidhean Croise  

Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin.


Îsa wîrʼa got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye? Tu pey Min were!»


Lê heger gumana me li tiştê nedîtî ye, em bi sebirê hîvîyê bimînin.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Bira berbihêrîya we hʼemû merivava eʼyan be. Xudan nêzîk e.


û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.


Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn?


De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî.


De bira Xudan mêla we bide ser hʼizkirina Xwedê û sebira Mesîh.


Zêrʼ û zîvê we zeng girtin e û zenga wanê bibe şeʼdê miqabilî we û mîna alava êgir goştê we hʼûfî xwe ke. We bona rʼojêd axirîyê xizne xwerʼa tʼop kir!


Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye hʼakim pişt dêrî sekinî ye.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan