Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یعقوب 5:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û rʼeʼm e!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Бәле әм хԝәзийа хԝә ль йед сәбьр дькьн тиньн. Ԝә бона сәбьра Ибо бьһистийә у ԝә дит, Хӧдан ахьрийа ԝи чаԝа хер кьр, чьмки Хӧдан гәләки исаф у рʼәʼм ә!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 اَم اَونه گو صَبره دِگَن، وِسا دِزانِن گو ژه آلیه خدا بَرکت اِستاندِنَ. وَ راستا صَبرا ایوب بیهیستیَ، و وَ آماجا خاده دیتیَ، گو خاده چه قیاسا مِهربان و رَحمَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یعقوب 5:11
53 Iomraidhean Croise  

Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.


Rʼeʼma Wî qirʼne-qirʼne li ser wan e, yêd ku ji Wî ditirsin.


Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber wî vedibe.


Dilrʼeʼm bin, çawa Bavê we dilrʼeʼm e.


Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê?


De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir.


Lê Xwedêyê ku xweyê rʼeʼma dewlemend e, bi hʼizkirina Xweye mezin, bi kʼîjanê em hʼizkirin,


Lê em ne ji wan in, ku paşda vekʼişin û unda bin, lê em ew in, ku bawer dikin, wekî rʼuhʼêd me xilaz bin.


Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hʼesab kin, gava hûn bikʼevine nava cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.


Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin.


Xudan ku bi vî awayî kir, ew zane çawa xwedênasa jî ji cêrʼibandina xilaz ke û neheqa Rʼoja Dîwanêrʼa xwey ke, wekî cezayê xwe bistînin,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan