Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یعقوب 5:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Xûşk-birano, alîyê teʼlî-tengîya û sebirêda çʼeʼv bidine wan pʼêxembera, yêd ku bi navê Xudan xeber dane.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Хушк-бьрано, алийе тәʼли-тәнгийа у сәбьреда чʼәʼв бьдьнә ԝан пʼехәмбәра, йед кӧ бь наве Хӧдан хәбәр данә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 گَلی بِرایا، اَو پِیغَمبَره گو بِ ناوه خاده قِسَ گِرِن، بِلا زَجر کِشان و صَبر گِرِنه دا بُ وَ بِبِنَ نمونَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یعقوب 5:10
19 Iomraidhean Croise  

Orşelîm! Orşelîm! Tu ku pʼêxembera dikujî û şandîyêd cem xwe didî ber kevira. Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskêd xweda dicivîne, lê te nexwest!


Wê rʼojê eşq bin û ji şabûna bira nigêd we eʼrd negire, çimkî va heqê we li eʼzmên gelek e, çimkî kal-bavêd wan jî serê pʼêxembera usa dikirin.


Lazim e Ew li eʼzmên bimîne, hʼeta ku Xwedê her tiştî nû çêke, çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotibû.


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.


Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.


Heger yek ji we teʼlî-tengîyêda ye, bira dua bike. Heger yek şa ye, bira eşqî Xwedê bistirê.


Awa xûşk-birano, sebir kin hʼeta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotkʼar hîvîya berê eʼrdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike hʼeta barana pêşin û paşin lêde.


Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye hʼakim pişt dêrî sekinî ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan