Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یعقوب 4:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Ma hûn guman dikin ku Nivîsara Pîroz badîhewa dibêje: «Xwedê bi hesûdî ruhê ku daye me dixwaze».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Йан тʼәхмина ԝә бадиһәԝа ньвисар дьбежә, кӧ Хԝәде дәмана ԝи рʼӧһʼе бәр мәда йә?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اون گُمان دِگَن اَو نِویسارا گو ناو کِتِبا مَثَلِت سلیمان پاشادا هاتیَ نِویساندِن، به چِنَ گُتیَ گو: «خدا راستا اَو رِحا گو دانایَ ناو وجودا مَدا به حد غیرت هَیَ»؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یعقوب 4:5
24 Iomraidhean Croise  

Heger Ew wan ‹Xwedê› hʼesab dike, kʼîjanarʼa xebera Xwedê hatîye dayînê (û nabe jî ku ew nivîsar betal be),


Nivîsareke din jî aha dibêje: «Ewê li Wî binihêrʼin, nekʼsa kʼîjanî qul kirin».


Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zurʼeta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytlehʼmê?»


Baveʼşîra jî ji hʼevsûdîyê Ûsiv çawa xulam firotin, ku wî bibine Misirê, lê Xwedê tʼevî wî bû,


Evana her neheqîyê, neqencîyê, timayîyê, xirabîyava tʼijî ne: Bi hʼevsûdîyê, mêrkujîyê, berzeqîyê, mixenetîyê, xêrnexwazîyêva dagirtî, gilîgerʼo,


Çimkî nivîsara pîroz Firewinrʼa dibêje: «Bona wê yekê Min tu kirî pʼadşa, wekî qewata Xwe bi te bidime kʼifşê û navê Min tʼemamîya dinyayêda bê gotinê».


Çima hûn nizanin ku bedenêd we pʼaristgeha Rʼuhʼê Pîroz in, ku nava weda ye, Kʼîjan we ji Xwedê stand? Hûn ne xweyîyê serê xwe ne.


Yan jî çi hevaltîya pʼaristgeha Xwedê tʼevî ya pʼûta heye? Çimkî em pʼaristgeha Xwedêyê sax in! Çawa Xwedê got: «Ezê nava wanda bimînim, nava wanda bimeşim, Xwedêyê wan bim û ewê jî cimeʼta Min bin».


Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe».


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan