یعقوب 3:6 - Peymana Nû (Încîl)6 Ziman jî agirek e, dinyake zulmkʼar e nava endemêd meda. Ew tʼemamîya qalibê me dihʼerʼimîne, agir dewra jîyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye. Faic an caibideilKurmanji Încîl6 Wisa jî ziman agir e. Di nav endamên bedena me de ziman dinyayeke xerabiyê ye. Ew tevahiya mirov qirêjî dike, ji dojehê pêtê distîne û çerxa jiyana me dike pêta agir. Faic an caibideilПәймана Ну (Инщил)6 Зьман жи агьрәк ә, дьнйакә зӧлмкʼар ә нава әндәмед мәда. Әԝ тʼәмамийа ԛальбе мә дьһʼәрʼьминә, агьр дәԝра жийина мерьв дьхә у әԝ хԝәха жь алава агьре доже пегьрти йә. Faic an caibideilکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی6 اَزمان ژی آگِرَگَ؛ دُنیایَگَ ژه پیسیتیه. اَزمان اَندامَگ ژه اَندامه بَدَنا مَیَ گو تواوی بَدَنه پیس دِگَت و آگِری بَردِدَتَ تواوی دَورانا ژیانه، آگِرَگ گو جَهنَمه اَو هِل گِریَ. Faic an caibideil |
Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.