Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یعقوب 2:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Ne Birahîmê bavê me bi kira rʼast hate hʼesabê, gava kurʼê xwe Îshaq danî ser gorîgehê, ku bike qurban?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Ma bavê me Birahîm, gava ku kurê xwe Îshaq li ser gorîgehê pêşkêş kir, ne bi kirinên xwe rastdar derket?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Нә Бьраһиме баве мә бь кьра рʼаст һатә һʼәсабе, гава кӧрʼе хԝә Исһаԛ дани сәр горигәһе, кӧ бькә ԛӧрбан?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 ما جَدّه مَ ابراهیم پِیغَمبَر بِ عمله خو صالِح نَهاتَ هَژمارتِن، وقته گو گوره خو اسحاق پِشکِشی قُربانگَهه گِر؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یعقوب 2:21
21 Iomraidhean Croise  

Çimkî hûnê bi xeberêd xwe bêsûc bin û bi xeberêd xwe gunekʼar bin».


Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.


û wê sonda ku bavê me Birahîmrʼa xwar bîr bîne,


Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›.


Ewî jî got: ‹Na, bavê Birahîm, heger ji mirîya yek herʼe cem wan, wê ji gunekirinê vegerʼin›.


Wana lê vegerʼand û gotinê: «Bavê me Birahîm e». Îsa wanrʼa got: «Heger hûn zarʼêd Birahîm bûna, weyê kirêd Birahîm bikirana.


Çima Tu ji bavê me Birahîm çêtir î? Ew mir, pʼêxember jî mirin. Tu Xwe dewsa kʼê datînî?»


Ewî got: «Gelî bav û bira, bibihên! Gava bavê me Birahîm hê Mesopotamyayêda dima, ku hê neçûbû bajarê Hʼaranê, Xwedêyê rʼûmetê wîva xuya bû


Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.


Em îdî çi bêjin bona Birahîmê baveʼşîrê xwe, alîyê bedenêda? Ewî çi dît?


û usa jî bû bavê sinetbûyîya, ne ku tʼenê yê sinetbûyîya, lê yê wan jî, kʼîjan pʼêga wê bawerîyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me hê berî sinetbûnê bawer kir.


Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,


Bi bawerîyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêrʼibandinê, Îshaq kire qurban. Ewî soz standibûn, lê dîsa kurʼê xweyî tayê tʼenê dikire qurban,


Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim.


Hûn dibînin ku meriv bi kira rʼast tê hʼesabê, ne ku tʼenê bi bawerîyê?


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan