Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یعقوب 2:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Xûşk-birayêd min! Hûn ku bawermendêd Xudanê me Îsa Mesîhê xweyîrʼûmet in, firqîyê nekine nava meriva.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Birayên min, hûn ên ku baweriyê bi Xudanê me yê bi rûmet Îsa Mesîh tînin, cihêtiyê nexin nav mirovan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Хушк-бьрайед мьн! Һун кӧ баԝәрмәндед Хӧдане мә Иса Мәсиһе хԝәйирʼумәт ьн, фьрԛийе нәкьнә нава мәрьва.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 اَی بِرایِت مِن، هَ وِسا گو وَ ایمان خادیه مَ عیسیْ مسیحْ، اَو خادیه خُدان شُکوه و جلال هَیَ، نابَینا مِرُوادا فَرق و جُداتیه نَدانِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یعقوب 2:1
29 Iomraidhean Croise  

Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî.


Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha feʼm dikim, wekî Xwedê rʼastî jî firqîyê nake nava mileta.


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Çend rʼoja şûnda Felîks tʼevî Dirûsîla kʼulfeta xweye cihû hat, gazî Pawlos kir û bona wê bawerîya ser Mesîh Îsa ji wî bihîst.


Ewî got: «Gelî bav û bira, bibihên! Gava bavê me Birahîm hê Mesopotamyayêda dima, ku hê neçûbû bajarê Hʼaranê, Xwedêyê rʼûmetê wîva xuya bû


Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin.


Ji serwêrêd vê dinyayê tʼu kesî ev serwaxtîya feʼm nekir, çimkî heger feʼm bikirana, wê Xudanê rʼûmetê xaç nekirana.


çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye.


dest ji bawerîyê neke û îsafa xwe rʼihʼet xwey ke. Hineka ev yek ji xwe dûr xistine, dewra bawerîya xwe welgerʼandin.


Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyakʼetêd bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê tʼagêrî xwey kî, tiştekî bi firqîyê nekî.


Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Nexapin xûşk-birayêd mine delal!


Zanibin, xûşk-birayêd mine delal, bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrskʼetinêda giran be,


û hûn dîna xwe bidine yê xweyê kʼincêd rʼewş û bêjinê: «Kʼerem ke vê jorê rʼûnê», lê yê belengazrʼa bêjin: «Ser pʼîya bisekine» yan jî «vê jêrê rʼûnê»,


Lê heger hûn firqîyê dikin, guna dikin û hindava Qanûnêda dibine yekî gunekʼar.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.


Awa li vir wê sebira cimeʼta Xwedê kêr bê, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û hindava Îsada amin in.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan