Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 9:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

24 Çimkî Mesîh neket pîrozgeha ku bi destan hatiye çêkirin û sûretê ya rastîn e; lê belê ew ket ezmên bi xwe, da ku niha ji bo me li ber Xwedê raweste.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

24 Чьмки Мәсиһ нә кӧ кʼәтә пирозгәһа пе дәста чекьри мина сурәте йа рʼаст, ле һәма хут кʼәтә әʼзмен, ԝәки ньһа бона мә ль бәр Хԝәде бьсәкьнә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 چون گو مسیحْ نَچویَ ناو مُقدستِرین جیه گو نمونَیَگَ دِشده راستَ و بِ دَسته بَشَری هاتیَ چه گِرِن، بَلگو چویَ ناو اَسمانی بوخودا، گو نَهَ بَدَلا مَ حُضورا خدادا دووهار گَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 9:24
32 Iomraidhean Croise  

Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin.


«Me bihîst ku Vî merivî got: ‹Ezê vê pʼaristgeha ku bi desta hatîye çêkirinê hilşînim û sê rʼojada pʼaristgeheke dine bê destlêkʼetin çêkim›».


Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Û hê dua dikir, ji wan qetîya, berbi eʼzmên hate hilatinê.


Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».


Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kurʼê Mêriv rʼadibe wî cîyê ku berê lê bû?


Lazim e Ew li eʼzmên bimîne, hʼeta ku Xwedê her tiştî nû çêke, çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotibû.


Kʼî dikare bijartîyêd Xwedê gunekʼar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike.


Çimkî em zanin, heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be, maleke meye hʼeta-hʼetayê li eʼzmana heye, ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye.


Ser tiştêd jorin bifikirin, ne ku ser tiştêd vê dinyayê.


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


wê dera ku Îsa çawa pêşîkʼêş bona me kʼetîyê. Ew bûye serekkʼahînê hʼeta-hʼetayê mîna Melkʼî-Sadiq.


Ew çawa serekkʼahîn pîrozgehêda berdestîyê dike, awa gotî wî konê rʼastda, kʼîjan ku Xudan vegirt, ne ku meriva.


Evana xizmetkʼarîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li eʼzmên e. Çawa Mûsarʼa hate eʼmirkirinê, gava ewî wê Konê Şeʼdetîyê vegirta, wîrʼa hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûrʼeyî bikî, çawa serê çʼîyê min nîşanî te kir».


Rʼast e qeyde-qanûnêd hʼebandina peymana pêşin jî hebûn û pîrozgeha vê dinyayê jî.


Awa gerekê sûretêd tiştêd eʼzmana bi van kirina paqij bûna, lê hema xût yêd eʼzmana jî gerekê bi qurbanêd ji van qenctir paqij bûna.


Ev yek sûretek e bona zemanê niha. Eva dide kʼifşê, ku gava hʼedî û qurban têne dayînê, evana nikarin îsafa yêd ku dihʼebînin paqij kin,


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Milyakʼetekî din bixûrdanga zêrʼîn dêstda hat, li ber gorîgeha zêrʼîn sekinî. Wîrʼa gelek bixûr hate dayînê, wekî bi tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê dayne ser gorîgeha zêrʼîne li ber tʼextê Xwedê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan