Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 9:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Lê gava Mesîh hat, çawa Serekkʼahînê tiştêd qence hatî, konê hê mezin û kʼamilrʼa derbaz bû, yê ku ne bi desta hatîye çêkirinê, awa gotî ne ji vê dinyayê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Lê gava Mesîh, Serokkahînê tiştên qenc ên ku hatine, xuya bû, ew derbasî konê hê mezintir û hê tekûztir bû, ku ne bi destan hatiye çêkirin, yanî ne ji vê dinyayê ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Ле гава Мәсиһ һат, чаԝа Сәрәккʼаһине тьштед ԛәнщә һати, коне һе мәзьн у кʼамьлрʼа дәрбаз бу, йе кӧ нә бь дәста һатийә чекьрьне, аԝа готи нә жь ве дьнйайе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بله وقته گو مسیحْ مقاما کاهینه مَزِنَ وان شُله قَنج دا دووهار بو گو هَمَن اَو شُلِن گو نَهَ قَوِمینَ، چو ناو خیبَتَگه مَزِنتِر و کامِلتِر گو بِ دَسته بَشَری نَهاته بو چه گِرِن، آنی ژه وه خلقته نینَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 9:11
30 Iomraidhean Croise  

û jê pirsîn: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?»


‹Ya Beytlehʼma welatê Cihûda, tu li nav serwêrêd Cihûdayêda ne yê herî biçʼûk î, çimkî Serwêrekê ji te rʼabe, ku şivantîyê cimeʼta Min Îsraêlê bike›».


«Me bihîst ku Vî merivî got: ‹Ezê vê pʼaristgeha ku bi desta hatîye çêkirinê hilşînim û sê rʼojada pʼaristgeheke dine bê destlêkʼetin çêkim›».


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez zanim ku Mesîhê bê», (awa gotî «Yê Kʼifşkirî»). «Gava Ew bê, Ewê derheqa her tiştîda merʼa gilî ke».


Lê belê Yê Herî Jorin malêd bi desta çêkirîda namîne, çawa pʼêxember dibêje:


Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.


Çimkî em zanin, heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be, maleke meye hʼeta-hʼetayê li eʼzmana heye, ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye.


Yektîya Wîda hûn bi sineta bê dest ji alîyê Mesîhda dilê xweda hatine sinetkirinê, ji binyatʼa xweye gunekʼar hatine birʼînê.


Qanûn sîya wan tiştêd qenc e, kʼîjane ku tên, lê ne xût mîna wan yeka ye. Bona vê yekê Qanûn pê wan qurbanêd ku her sal peyhev-peyhev têne dayînê nikare wan kʼamil bike, yêd ku bi qurbandayînê nêzîkî Xwedê dibin.


Xebera «careke din» dide kʼifşê, ku tiştêd eʼfirî wê bihʼejin û bêne hildanê, wekî yêd nahʼejin cîda bimînin.


çimkî merʼa li vir bajarekî hʼîmî tʼune, lê em hʼizreta wî bajarî ne, yê ku wê bê.


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.


Melkʼî-Sadiq pʼadşayê Şelîmê bû, kʼahînê Xwedêyê Herî Jorin. Gava Birahîm ji pʼadşa qirʼkirinê vedigerʼîya, Melkʼî-Sadiq pêşîya wîda çû û dua li wî kir.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Gelekêd ku xelqê ji rʼê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rʼê derdixin û ekʼsîmesîh in.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan