Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 8:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Fikira wan tiştêd me pêşda gotin ev e: Serekkʼahînekî meyî usa heye ku li eʼzmana ser tʼextê mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûniştîye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Niha, ji wan tiştên ku em dibêjin ya sereke ev e: Serokkahînekî me yê weha heye yê ku li ezmanan, li milê rastê yê textê Bilindahiyê rûniştiye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Фькьра ԝан тьштед мә пешда готьн әв ә: Сәрәккʼаһинәки мәйи ӧса һәйә кӧ ль әʼзмана сәр тʼәхте мәзьнайийа Хԝәдейә рʼасте рʼуньштийә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 نَهَ منظورا قِسا گو اَم دِبِژِن اَوَیَ: مَ کاهینَگه وِسا مَزِن هَیَ گو اَسمانی دا سَر آلیه راستَ تَخته پادشاهیا اَوه خُدان عَظمَت رونِشتیَ

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 8:1
21 Iomraidhean Croise  

Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e.


Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye.


Kʼîjan milyakʼetîrʼa Xwedê gotîye: «Kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê, hʼeta Ez neyarêd Te bikime binê pʼîyêd Te»?


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


Lê Evî kʼahînî tʼenê carekê bona guna qurban da û peyrʼa hʼeta-hʼetayê kʼêleka Xwedêye rʼastê rʼûnişt


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan