Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 7:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 yê ku ne alîyê qeyde-qanûna pirsa zurʼetîyêda bû kʼahîn, lê alîyê qewata jîyîna ku xilazîya wê tʼune.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Ew ne li gor emrên malbavkî yên Şerîetê, lê belê li gor hêza jiyana herheyî bûye kahîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 йе кӧ нә алийе ԛәйдә-ԛануна пьрса зӧрʼәтийеда бу кʼаһин, ле алийе ԛәԝата жийина кӧ хьлазийа ԝе тʼӧнә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 اَو نه گورَیَگی حُکما شرعیَ هاتی دایین بُ نَسلا وی، بَلگو بِ قُدرَتا ژیانَگه گو بَین ناچیت دِبیتَ کاهین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 7:16
15 Iomraidhean Croise  

Belê em zanin ku Qanûn rʼuhʼanî ye, lê ez xûn û goşt im, xulamekî gunerʼa firotî.


Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.


Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?


û ew kʼaxaza deynêd meye ku bi qeyde-qanûnî miqabilî me hatibû nivîsarê rʼesît kir, ji navê hilda xaçva mix kir.


Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:


Qanûn sîya wan tiştêd qenc e, kʼîjane ku tên, lê ne xût mîna wan yeka ye. Bona vê yekê Qanûn pê wan qurbanêd ku her sal peyhev-peyhev têne dayînê nikare wan kʼamil bike, yêd ku bi qurbandayînê nêzîkî Xwedê dibin.


Û eva hela hê eʼyan e, gava kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼadibe,


Çimkî nivîsar şeʼdê vê gotinê ye ku: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq».


lê eva bi sond, bi destê Xwedê bû kʼahîn gava Wîrʼa got: «Xudan sond xwar û îdî ji gotina Xwe venagerʼe: Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î».


Qanûna Mûsa merivê bêtʼaqet dike serekkʼahîn, lê sonda Xwedêye ku pey Qanûnêrʼa hat Kurʼ dike serekkʼahîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê hate kʼamilkirinê.


Ew bê bav, bê dê û bê rʼikʼinyat bû, ne rʼoja bûyîna wî eʼyan bû, ne jî xilazîya eʼmirê wî. Ew mîna Kurʼê Xwedê bû û tʼimê kʼahîn dimîne.


lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan