Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 7:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Awa heger kʼamilbûn bi destê kʼahîntîya lêwîya bibûya, (çawa cimeʼta Îsraêlê ser wî hʼîmî Qanûn standibû), îdî çi lazim bû ku kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼabûya û ne ku mîna Harûn?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Îcar, eger bi kahîntiya Lêwiyan bêkêmahîtî hebûya – çimkî gel di bin vê kahîntiyê de Şerîet standibû – êdî çi hewce bû, kahînekî din ne li gor pergala Harûn, lê li gor pergala Melkîsedek bihata?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Аԝа һәгәр кʼамьлбун бь дәсте кʼаһинтийа леԝийа бьбуйа, (чаԝа щьмәʼта Исраеле сәр ԝи һʼими Ԛанун стандьбу), иди чь лазьм бу кӧ кʼаһинәки дьн мина Мәлкʼи-Садьԛ рʼабуйа у нә кӧ мина Һарун?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 نَهَ هَگو بِ واسِطا رِزا کاهینِت لاوی، کامِل بون هاتِبا دَست، ایدی چه احتیاج هَبو گو کاهینَگه دی له دَرَجا مِلْکیصِدِقی بِت، نه له دَرَجا هارون؟ چون گو شِریعَت، زَمانه خِذمَتا کاهینِت لاوی دا بُ بنی اسرائیله هاتَ دایین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 7:11
17 Iomraidhean Croise  

Ez kʼerema Xwedê tʼexsîr nakim, çimkî heger rʼasthʼesabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir.


Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.


Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?


û ji Xwedê hate navkirinê «Serekkʼahînê mîna Melkʼî-Sadiq».


Çawa cîkî din jî dibêje: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq».


wê dera ku Îsa çawa pêşîkʼêş bona me kʼetîyê. Ew bûye serekkʼahînê hʼeta-hʼetayê mîna Melkʼî-Sadiq.


Çimkî ew hê bedena bavê xweda bû, gava Melkʼî-Sadiq pêşîya wîda çû.


Çimkî gava kʼahîntî tê guhastinê, gerekê qanûn jî bê guhastinê.


Û bona kʼîjanî ku ev yek tê gotinê, ew ji qebîleke din bû, ji kʼîjanê tʼu kesî gorîgehêrʼa xizmetkʼarî nekirîye.


Û eva hela hê eʼyan e, gava kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼadibe,


lê eva bi sond, bi destê Xwedê bû kʼahîn gava Wîrʼa got: «Xudan sond xwar û îdî ji gotina Xwe venagerʼe: Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î».


Heger peymana pêşin bê kêmasî bûya, îdî ya duda wê hʼewce nîbûya.


Ev tişt aha cîkirî bûn. Kʼahîn her gav dikʼevine goza der, xizmetkʼarîya xwe dikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan